BI DÎMEN

Xelkê Rojava destpêkê cejna şehîdan pîroz kir

Bi wesîleya cejna Remezanê xelkê Rojava çû serdana pakrewangehên şehîdan.

Piştî nimêja cejna Remezanê gelê bajarê Dêrikê, Girkê Legê, Çilaxa, Tirbespiyê, Qamişlo, Amûdê, Hesekê, Til Temir û Kobanê berê xwe dan pakrewangehên şehîdan.

Xelkê bajarê Dêrikê û gundewarên wê serdana Pakrewangeha Şehîd Xebat kir. Her wiha li Tirbespiyê jî gel serdana Pakrewangeha Şehîd Dilşêr kir, li Qamişlo jî gel serdana Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan kir.

Şêniyên Hesekê û gundewarên wê serdana Pakrewangeha Şehîd Dijwar kir, gelê Dirbêsiyê serdana Pakrewangeha Şehîd Rûstem Cûdî, li Til Temir jî çûn Pakrewangeha Şehîdan û li Kobanê bi hezaran kes berê xwe dan Pakrewangeha Şehîd Dîcle û cejna Remezanê pîroz kir.

Li Pakrewangehên Şehîdan şervanên QSD’ê û meclîsên malbatên şehîdan gel pêşwazî kir û cejna Remezanê li wan pîroz kir.