Konên koçberên Waşûkanî di bin avê de man
Ji ber barana dijwar konên koçberên li kampa Waşûkanî ya li gundewarê Hesekê di bin avê de man. Koçberan ji bo peydakirina alîkariyan û sivikkirina êşên wan banga destwerdana lezgîn kir.
Ji ber barana dijwar konên koçberên li kampa Waşûkanî ya li gundewarê Hesekê di bin avê de man. Koçberan ji bo peydakirina alîkariyan û sivikkirina êşên wan banga destwerdana lezgîn kir.
Li gundewarên Hesekê ji ber barana dijwar konên koçberên li kampa Waşûkanî ya gundewarê Hesekê di bin avê de man û zirar bi hejmarek malbatan bû.
Ji ber lehiyê li kampê çêbûne tevger asteng bû. Koçberan bang li aliyên eleqedar û rêxistinên mirovî kir ku bi lez destwerdanê bikin ku alîkariyan dabîn bikin û êşên wan sivik bikin.
Piştî dagirkirina Serêkaniyê ji hêla artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve di 2019ˊan de bi sedan malbat koçber bûne û li kampa Waşûkanî bi cih bûn. Binesaziya kampê lawaz e û xizmetguzariyên bingehîn nîn in, ji ber vê yekê koçberên kampê bi her mewsima baranê re ji karesatên bi vî rengî re bêparastin e.