Li Jinwarê rojbûna Rêber Apo û damezrandina YPJ'ê hat pîrozkirin

Li gundê Jinwar ê bajarê Dirbêsiyê Rojbûna Rêber Apo û damezrandina YPJˊê bi girseyî hat pîrozkirin.

Rêveberiya Gundê Jinwar ê bajarê Dirbêsiyê bi boneya Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan û salvegera damezrandina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), her wiha salvegera damezrandina Komîna Zarokan a Jinwar şahî li dar xist. Di şahiyê de bi dehan jinên ji Cizîrê, endamn saziyên sivîl, meclis û Hêzên Ewlekariya Hundirîn amade bûn.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Dûre endama Akademiya Jineolojî Şareza Osman ev bone li amadebûyan pîroz kir û diyar kir ku ev bone xwedî nîşaneyên azadî û siberoja zarokan in.

Şareza bal kişand ser van boneyan ku nûnertiya xala nûkirina pabendbûna nirxên civaka demokratîk û xebata ji bo siberoja aramtir û rûmetê dike.

Di şahiyê de zarokên Jinwar, komên hunerî yên Jinwar, navenda Çand û Hunerê ya Dirbêsiyê hunerên xwe pêşkêş kirin.

Çalakî bi gerandina govendan li ber stranên gelêrî û şoreşgerî bi dawî bû.