Şehîd Zagros Berkevirê bi merasîmekê hat veşartin

Şervanê QSD'ê Zagros Berkevirê (Rêzan Oso) bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Rustem Cûdî ya Dirbêsiyê hat veşartin.

Ji bo şervanê QSD'ê Zagros Berkevirê (Rêzan Mihemed Oso) 1'ê Nîsanê li bajarê Hesekê şehîd bibû, îro merasîma cenaze hat lidarxistin.

Merasîma cenaze ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê û Meclisa Serêkaniyê ve li Pakrewangeha Şehîd Rustem Cudî ya li gundê Berkevirê hat lidarxistin. Bi sedan şên, tevahî endamên saziyên sivîl û meclisên xwecih beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de piştî deqeya rêzgirtin, bi navê Meclissa Malbatên Şehîdan Zehra Hesen axivî. Zehrayê di axaftina xwe de şehîdên azadiyê bi bîr anîn û  got, keda şehîdan bingeha berdewama jiyanê û mîsogeriya rûmetê ye. Her wiha diyar kri ku xeta şehîdan dê ji bo nifşên bê  meşaleyek bimîne.

Li ser navê Meclisa Leşkerî ya Amûdê Omer Omerî jî axivî û soza domandina xeta şehîdan ta pêkanîna armancên wan da.

Li ser navê malbata şehîd Xalid Oso jî anî ziman ku ew bi şehîd serbilind in û dê nirxên ku şehîdan di rêya wê de canê xwe dane biparêzin.

Di dawiyê de wesîqeya şehadetê ya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Cenazeyê şehîd bi dirûşme û tilîliyên dayikan hat veşartin.