Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî ragihand
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn "Asayîş" a Parêzgeha Hesekê nasnameya endamekî xwe yê şehîd ragihand û soza bilindkirina têkoşînê û parastina nirxên şehîdan da.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn "Asayîş" a Parêzgeha Hesekê nasnameya endamekî xwe yê şehîd ragihand û soza bilindkirina têkoşînê û parastina nirxên şehîdan da.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn "Asayîş" a Parêzgeha Hesekê li ser malpera xwe ya fermî nasnameya endamekî xwe yê şehîd ragihandin.
Daxuyaniya Asayîşê wiha ye:
"Yek ji hevalê me yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ” Asayîş” dema li ser erka xwe bû di oxira parastina ewlehiya herêmê de gihîşt asta şehadetê.
Şehîd Egîd di nava kar û xebatê xwe de yek ji nimûneyên rêxistinbûyîn û dispilînbûyinê bû, di heman demê de ji bo parastina gelê xwe û herêmê bike canê xwe feda kir.
Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn, sersaxiyê ji malbetê hevrêyê xwe re dixwazin, soza mezinkirina têkoşîna xwe ji bo xwedîderketina li xeta şehîdan û pêkanîna armancên wan didin. Em ê xebata ji bo parastina hemû destkeftiyên şoreş û şehîdan û parastina ewlehiya herêmê, mezin bikin."
Agahiyên têkildarî nasnameya şehîd wiha ne:
Nav û paşnav: Egîd Ebdulselam Silêman
Navê dayikê: Zozan
Navê bav: Ebdulselam Silêman
Cih û dîroka jidayikbûnê: Qamişlo -1999
Dîroka tevlêbûnê: 2021
Cih û dîroka şehadetê: 9’ê Nîsana 2026-Qamişlo