Li Dirbêsiyê dest bi qebûlkirina serlêdanên Kurdên neqeydkirî hat kirin

Daîreya Qeyda Rewşa Sivîl a Dirbêsiyê deriyê tomarkirina Kurdên ku di 1962ˊan de ji hemwelatîbûna Sûriyeyê hatibûn mehrûmkirin, vekir.

Bi dehan şêniyên bajarê Dirbêsiyê ji saetên sibehê ve berê xwe da daîreyê ku navên xwe qeyd bikin. Qeydkirin saet ji 9.00ˊan sibehê heta saet 15.00ˊan ve hat destpêkirin û wê heta mehekê li gel qabiliyeta dirêjkirina demê vekirî be.

JI BO SERLÊDANÊ BELGE ŞERT E 

10 karmendên Daîreya Qeyd Sivîl, Heyva Sor a Kurd û Heyva Sor a Erebî ya Sûriyeyê li ser xebata tomarkirinê disekinin, ji serlêdanan tê xwestin ku belgeya bicihbûnê, belgeyek danasînê tevî îsbatên kesayetên ên dîtir weke îsbata kesayeta pêşkêşkirî tê xwestin.

PÊVAJOYA PIŞTRASTKIRIN Û LÊKOLÎNÊ 

Gerînendeyê daîreyê Ebdullah Ebdullah li ser mekanzîmeya pêşkêşkirinê ya mektûman axivî û destnîşan kir ku daîreyên têkildarî alîkariya welatiyan çi kes an jî malbat dibin dikin, lê şert e ku cihê rûniştinê û belgeya danasînê, dosyayên îsbatkirinê bi daxwaznameyan re hebin. Ebdullah anî ziman ku wê komîteya pêşwazîkirinê daxwaznameyan lêkolîn bike û hevdîtinê bi kesan re bike ku agahiyan bi awayekî fermî di demek bê de tesbît bike.