BI DÎMEN

Malbatên dîlgirtiyan bi daxwaza azadiya xizmên xwe meşiyan

Malbatên sivîl û şervanên QSD'ê yên ji aliyê çekdarên hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve dîl hatin girtin, bi daxwaza berdana xizmên xwe ber bi nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Qamişloyê meşiyan.

Malbatên sivîl û şervanên QSD`ê ku meha Çileyê ji aliyê hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve dîl hatin girtin, derketin xwepêşandanê. Malbatên dîlgirtiyan li pêşiya Stadyûma Şehîdên 12`ê Adarê kom bûn û dest bi xwepêşandanê kir.

Xwepêşandêr li kolanên bajarê Qamişlo geriyan û li pêşiya Ofîsa Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ya li taxa Siyahî ya sekinîn. Li pêşiya ofîsê bi dirûşmên “Em dîlgirtiyên xwe dixwazin” û “Em şervanên xwe dixwazin” peyam dan civata navneteweyî û aliyên têkildarî ku dîlgirtiyan zû berdin.

Her wiha xwepêşandanan xwest aqûbeta rojnamevan Îva Marya Mechelman û rojnamevan Ehmed Bolad zelal bibe.

Fermandarê giştî yê QSD`ê Mazlûm Ebdî bi malbatên dîlgirtiyan re civiyabû û gotibû dosyaya dîlgirtiyan û windahiyên êrişên meha Çileyê di lihevkirina 29`ê Çileyê de dozeke sereke ye. Her wiha Ebdî anî ziman ku fermî agahî dane 1070 sivîl û şervan di girtîgehên hikumeta demkî ya Sûriyeyê de ne.

Doza dîlgirtiyan yek ji dosyayên herî hesas e û ji bo serbest werin berdan malbatên wan têkoşîna xwe dewam dikin.