Xizmên dîlgirtiyan li Hesekê meşiyan
Malbatên dîlgirtiyan ji bo berdana xizmên xwe li Hesekê meşiyan.
Malbatên dîlgirtiyan ji bo berdana xizmên xwe li Hesekê meşiyan.
Bi sedan kes ji malbat, xizm û hevrêyên dîlgirtiyên li gel hêzên hikumeta demkî, li çerxerêya Kevokê ya li bajarê Hesekê hatin gel hev û xwepêşandanek lidar xist.
Malbat, xizmet û hevrêyên dîlgirtiyan xwestin çarenûsa dîlgirtiyan werin aşkerakirin û di zûtirîn dem de werin azadkirin.
Di xwepêşandanê de wêneyên dîlgirityan hatin hildan û pankartên "Em daxwaza dîlgirtiyan dikin", "Azadî mafeke nabe were paşxistin", "Azadî ji dîlgirtiyên me re", "Ez birayê xwe yê yekane dixwazim", "Heya dîlgirtiyek azad nebe, em ê bêdeng nemînin" hatin vekirin. Her wiha dirûşmên bi banga serbestberdana dîlgirtiyan hatin berzkirin.
Di xwepêşandanê de axaftin hatin kirin. Bang li aliyên têkildar hat kirin ku berpirsyariyên xwe yîn mirovî û qanûnî bicih bînin û ji bo çareserkirina dosyaya mirovî xebateke xebatek cidî bikin.
Xwepêşanêdaran bang li hikumeta demkî ya Sûriyeyê kirin ku bi lez bendên lihevkirinê bicih bînin û di zûtirîn dem de dîlgirtiyan azad bikin.