Goreke komî li Helebê hate dîtin
Li başûrê Helebê goreke komî hate dîtin ku tê de 57 cenaze hebûn.
Li başûrê Helebê goreke komî hate dîtin ku tê de 57 cenaze hebûn.
Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li gundê Mezret El Rahib ê li başûrê Helebê goreke komî hatiye dîtin.
Li gorî SOHR'ê di gora komî de cenazeyên 57 mirovan (55 mêr, jinek û zarokek) hebûn.
SOHR'ê diyar kir ku ji destpêka îsal (2026) ve 13 gorên komî hatin dîtin ku 138 cenaze tê de hebûn.