SOHR: Di Nîsanê de 4 gorên komî li Sûriyeyê hatin dîtin

Li Sûriyeyê ji destpêka Nîsanê ve 4 gorên komî ku hestiyê 14 kesan tê de hene hatin dîtin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyand ku ji destpêka vê Nîsanê ve 4 gorên komî hatine dîtin. Di goran de hestiyên 14 kesan hebûn.

Ev bûyeran dîsa dosyayeke herî girêk a welat vedikin. Nasnameya qurbaniyan zehmet e were diyarkirin, ji ber ku bingeh-daneyên rast tune ne, şiyanên teknîkî qels in û astengiyên qanûnî û ewlehiyê jî hene ku nahêlin mirov bigihîje cihên din ên gengaz.

Li gorî bîlançoya SOHR, hûrguliyên van gorên komî wiha ne. 2 gorên komî li Dêrazorê, ku 10 cenaze tê de hebûn. Goreke komî li Derayê, ku 2 cenaze tê de hebûn. Goreke komî li Hemayê, ku 2 cenaze tê de hebûn.