Leşkerên Tirk 11 kes zevt kir û êşkence li wan kirin

Piraniya wan zarok 11 kesên ku hewl dan ji sînorê Sûriye-Tirkiyeyê li nêzî Girê Spî derbasî Tirkiyeyê bibin ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin girtin û êşkence li wan hate kirin.

Di 17'ê Gulana 2026'an de 11 kes ku piraniya wan zarok bûn, li nêzîkî bajarê Girê Spî li ser sînorê Sûriye-Tirkiyeyê dema ku hewl dida derbasî Tirkiyeyê bibin, ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin giritin û îşkence lê hat kirin.

Li gorî nûçeyan ANHA'yê, piraniya wan ji bajarên Heleb, Hesekê û Şedadiyê ne.

Ajansê dîmen û wêneyên bûyerê weşand û ku şopa êşkence û lêdanê nîşan didan. Her wiha li ser laşên wan şûna lêdana bi amûrên tûj û şewitandinê xuya dike.

Leşkerên Tirk her wiha hemû tiştên wan ên kesane, pere, telefonên destan û cil û bergên wan desteser kirin.

Piştî ku hatin êşkencekirin, leşkeran ew avêtin aliyê Sûriyeyê, li wir xelkê herêmê alîkariya wan kir û cil û berg û alîkarî dan wan û ew veguhastin nexweşxaneyan.