Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê: Dosyaya dîlgirtî û windabûyan xebatên me yên pêşîn in

Fermandariya Hêzên Parêzvanên Niştîmanî diyar kir ku pabendiya bi parastina sivîlan, hevkariya bi aliyên eleqedar re ji bo aramiya Siwêdayê û şopandina dosyeya dîlgirtî û windabûyan pêşîniya herî girîng e.

Fermandariya Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê bi daxuyaniyekê got ku di çarçoveya yasayî û mirovî de ew pabendî aramiya Siwêda, parastina gelê wê û hevkariya bi aliyên eleqedar re ye.

Fermandariyê diyar kir ku dosyaya dîlgirtî û windabûyan dê di xebatên pêşîn de bin, ji ber ku dozeke mirovî ya neteweyî ye  û dê hewldan û koordîna bi aliyên navneteweyî re dewam bikin ku her windahiyek bigihîne malbata xwe.

Di dewama daxuyaniyê de fermandariyê da zanîn ku vegerandina gundên hatine dagirkirin û vegera xelkê wan gundan dê xebatên wan ên pêşîn de bin û dev jê bernadin.

Fermandariyê diyar kir ku Hêzên Parêzvanên Niştîmanî ji gel in û hêza wan jî ji gel e û yekitiya gel û hevgirtina wî kevirê bingehîn li hember astengiyan e.

Di dawiya daxuyaniya fermandariyê de hat gotin ku divê qonaxa bê qonaxa aramiya rastîn, ewlehiya mayînde û edaletê be û bang li şêniyan kir ku aram û sabit bin.