ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Peymana 29'ê Çileyê 3 meh li pey xwe hişt: Rewşa dawî li qadê çi ye?
Di sernavên entegrasyona îdarî û leşkerî de kiryareke xurt li qadê xuya nake. Pêvajoya qeydkirina nifûsê û nasnameyan weke qada sereke li pêş e, ku bi lez bi pêş ve diçe. -
Kovara gaziyan bi sernavê 'Şehîd sembola berxwedanê ne' derket
Kovara gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ‘Berxwedan Jiyan e’ bi hejmareke nû ya bi sernavê “Şehîd sembola berxwedanê ne” derket. -
Li Qamişloyê 8 şehîd hatin veşartin
Şêniyên Qamişloyê cenazeyê 7 şervanên di navbera 18-21’ê Çileyê de şehîdbûn li Şehîdgeha Delîl Saroxan veşartin û ji bo şehîdekî jî merasîma xiyabî li dar xistin. -
YRA û Navenda Metro peymana hevkariyê îmze kirin
YRA û Navend Metro ya Parastina Mafên Rojnamevanan peymana hevkariyê ya ji bo parastina mafên rojnamegeran, perwerdekirin û xurtkirina pîşeyî, bergiriya li hember zimanê nefretê, mafên bidestxistina agahiyan îmze kir. -
Li Kobanê ji bo 4 şehîdan merasîm hat lidarxistin
Şêniyên bajarê Kobanê bi merasîmeke bi heybet cenazeyê 3 şehîdan veşartin û şehîdek jî bi bîr anîn. -
YPG’ê şehîdên Qereçoxê bi bîr anî
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê şehîdên Qereçoxê bi bîr anî û diyar kir ku ji wê rojê û vir ve tola wan li erdê nemaye. -
Şehîdên Qereçoxê li Rojava hatin bibîranîn
Şehîdên êrişa li ser Qereçoxê di salvegera 9'an de li bajarên Kobanê, Qamişlo, Dêrbesiyê, Til Temir, Hesekê û Tirbespiyê hatin bibîranîn. -
Li Amûdê cenazeyên 2 şervanên QSD’ê hatin veşartin
Li bajarê Amûdê yê Qamişlo, bi deh hezaran kes beşdarî merasîma veşartina cenazeyên 2 şervanên Hêzên Komandos ên QSD’ê, bûn. -
QSD'ê nasnameya 7 şehîdan eşkere kir
QSD'ê bi daxuyaniyekê nasnameyên 7 şervanên xwe eşkere kir ku di êrişên vê dawiyê de li Dêrazorê û Reqayê şehîd bûn. QSD'ê soz da ku armancên şehîdan pêk bîne. -
Di nava kesên li Lubnanê hatin qetilkirin de, 180 Sûriyeyî hene
Gerînendeyê Têkiliyên Giştî ya Desteya Giştî ya Gumrik û Dergehan a hikumeta demkî ya Sûriyeyê diyar kir ku 76 cenazeyên Sûriyeyiyên li Lubnanê di şerê dawî ya Îsraîl û Hizbullahê de hatine qetilkirin gihîştin Sûriyeyê. -
SOHR: Di meha Nîsanê de piraniya wan Kurd 49 ciwan hatin girtin
Di serdegirtinên malan ên ji aliyê hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve di meha Nîsanê de hatin kirin, 49 ciwan ku piraniya wan Kurd in hatin girtin. -
Xelkê Girkê Legê: Bila hemû girtî tavile werin berdan
Xelkê bajarê Girkê Legê û malbatên dîlgirtiyan bi daxwaza berdana bilez a zarok û xizmên xwe xwepêşandanek li dar xist. -
NY: Şerê li Îranê dibe ku zêdeyî 30 milyon mirovî xizan bike
Rayedarê Neteweyên Yekbûyî (NY) Alexander De Croo anî ziman ku ji ber bandora global a şerê li Îranê dibe ku bi milyonan mirovî bre bi xizaniyê ve bibe. -
Xelatên Şehîd Mezlûm Bagok hatin dayîn
Bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî ya 128`emîn Yekitiya Ragihandina Azad ahenga ragihandina Xelatên Kedê yên Şehîd Mezlûm Bagok li dar xist. Duzen Tekkal, Mihemed Raûf, Hîbe El Fatêh, Serbest Ebdo û Leyla Ebdî xelat wergirtin. -
Şêniyên Tirbespiyê 2 şehîd veşartin
Şêniyên Tirbespiyê cenazeyên şehîd Xebat Efrîn û Gabar Qamişlo li Pakrewangeha Şehîd Delşîr a li gundê Dugirê veşartin. -
Gazî û rojnamevan Masîro: Ji bo dengê şoreşê bigihîje cîhanê wê têkoşîna me bidome
Gazî û rojnamevan Rêzan Masîro yê Roja Rojnamevaniya Kurdî pîroz kir û diyar kir ku ji bo dengê şoreşê û gelê xwe bigihînin cîhanê wê têkoşîna xwe bidomînin. -
'Em ê heta dawî bibin dengê gel û rastiyê'
Di salvegera Rojnameya Kurdistanê de ku di 22’yê Nîsana 1898’an de li paytexta Misrê Qehîrê ji aliyê Miqdat Mîthad Bedirxan ve hatibû weşandin, rojnamevanên Kobanê gotin, "Em ê heta dawiyê bibin dengê gel û rastiyê.” -
Vegera li Efrînê dewam dike: Ne ewlekarî heye ne jî xanî hatin valakirin
Bi sedan malbatên Efrînî piştî 8 salên ji koçberiya ji neçarî li warê xwe vegeriyan, lê nekarîn li malên xwe bi cih bibin. Yan li gel xizmên xwe ne yan jî li kampan bi cih bûn. Li herêmê ji aliyê milk, ewlekarî û mafên mirovan ve binpêkirin dewam dikin. -
Di kontrola dewleta Tirk de li qadên arkeolojîj kolan hat kirin
Komek ji pisporên Tirk di bin parastina hêzên ewlehiyê yên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê de li gundên rojhilatê Helebê li şûnwaran geriyan. -
Vegera koçberên Serêkaniyê hate nîqaş kirin
Parêzgarê Hesekê bi nûnerê hikumeta demkî û komîteya Koçerên Serêkaniyê re mekanzîmeyên amadekirina rewşên guncaw ji bo vegera koçberan li warên xwe nîqaş kirin. -
Komîsyona Siyasî bi PYD'ê re civiya
Şandeya bi serokatiya Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hiso bi şandeya Desteya Siysasî ya Hesekê re li mijarên siyasî û misogerkirina mafan nîqaş kirin. -
Kongra Star ji bo YPJ qanûnî were naskirin dest bi pêngavê dike
Kongreya Star li bajarê Çilaxayê bi jinan re civiya û diyar kir ku ji bo YPJ qanûnî were naskirin wê di 23’yê Nîsanê de dest bi pêngavê bikin û jin wê pêşengiya têkoşîna qanûnî û siyasî bikin. -
Malbatên dîlgirtiyan li Dêriyê Sînor ê Nisêbînê xwepêşandanek Ii dar xist
Malbat û hevalên dîlgirtiyan li pêşiya deriyê sînor ê Nisêbînê çalakiyek li dar xist, piştre berê xwe da avahiya PYD'ê û bi nûnerên Desteya Siyasî ya Parêzgeha Hesekê re civiyan. -
Cenazeyê Şervana Hêza Jinan a Ermen hat veşartin
Cenazeyê Şervana Hêza Jinan a Ermen-Tabûra Şehîd Nûbar Ozanyan Talar (Nesrîn Şukrî) a di encama qezayekê de şehîd bûbû, bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Rustem Cûdî hat veşartin. -
Li Şêranê meşa 'Dema azadiya jinan'
Bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Ciwan û Kongra Star li Şêranê bi dirûşma "Dema azadiya jinan e" meşek hate lidarxistin.