Malbatên DAÎŞ’î yên Awistralyayî ji Kampa Roj derketin
Koma dawîn a jin û zarokên DAIŞ'î yên welatiyên Awistralyayê yên li Kampa Roj a li Dêrikê dihatin girtin, çûn.
Koma dawîn a jin û zarokên DAIŞ'î yên welatiyên Awistralyayê yên li Kampa Roj a li Dêrikê dihatin girtin, çûn.
Li gorî agahiyên ku berpirsekî Kampa Roj a li Dêrikê dane ajansa ANHA’yê, koma dawîn a jin û zarokên DAIŞ'î yên welatiyên Awistralyayê, ji kampê derket.
Berpirsekî kampê diyar kir ku koma dawîn ji 21 kesan (7 jin û 14 zarok) ên malbatên DAÎŞ'ê pêk dihat û 21'ê Gulanê radestî aliyên têkildarî hate kirin da ku wan bigihînin welatê wan.
Heman berpirs diyar kir ku niha welatiyên Awistralyayê li kampê nînin.