Parêzgarê Hesekê: Komeke din a dîlgirtiyan wê sibe bêne berdan

Walîtiya Hesekê ragihand ku dîlgirtiyên QSD'yî yên li girtîgehên hikumeta demkî têne ragirtin wê sibe bêne berdan.

Li gorî agahiyên ku malpera Parêzgariya Hesekê parve kirine, Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed ragihand ku wê 25'ê Gulana 2026'an komek din a dîlgirtiyên QSD'ê yên di girtîgehên hikumeta demkî de were azadkirin.

Parêzgar destnîşan kir ku ev yek piştî rêzecivîn û hemahengiyên bi aliyên têkildar ên Hesekê û Şamê pêk tê û got, azadkirina dîlgirtiyan di çarçoveya bicihanîna peymana 29'ê Çileyê de tê kirin.

Nûredîn Ehmed got "Di çarçoveya hewldanên xurtkirina aramî û aştiya navxweyî de, lihevkirin çêbû ku komeke din a dîlgirtiyan were azadkirin.''

Parêzgar desntîşan ki ku ev gav, girîngiya diyalog û têghiştinê di navbera gelên welatekî de nîşan dide, di heman demê de dibe sedem ku bawerî xurt bibe û mercên guncaw ji bo pêvajoyeke bi ewele, tevkarî û bi hev re jiyîn amade dike.

Nûredîn Ehmed got, "berpirsyariya nîştimanî, domandina xebata hevpar hewce dike ku bikeve xizmeta tevahî Sûriyeyan û yekparbûna welat û aramiya wê biparêze û rê li ber parçebûn û aloziyan bigire."