Navên nû li lîsteya hilbijartinê ya Qamişloyê hat zêdekirin

Komîteya Bilind a "Hilbijartinên Meclisa Gel" a hikumeta demkî ya Sûriyeyê navên nû li lîsteya dawî ya Daîreya Hilbijartinê ya Qamişloyê zêde kirin û li Daîreyên Hilbijartinan ên Kobanê, Qamişlo, Hesekê û Dêrikê komîteyên çavdêriya qanûnî hatin avakirin.

Komîteya Bilind a "Hilbijartinên Meclisa Gel" a hikumeta demkî ya Sûriyeyê navên nû li lîsteya dawî ya Daîreya Hilbijartinan a bajarê Qamişloyê yê Parêzgeha Hesekê zêde kirin.

Di heman demê de komîteyê ragihand ku Komîteyên Çavdêriya Qanûnî yên taybet bi Daîreyên Hilbijartinan li Kobanê, Qamişlo, Hesekê û Dêrikê ava kirine. Ev komîte wê rêveçûna proseya hilbijartinan û misogeriya pabendbûna bi tedbîrên yasayî yên pejirandî bişopînin.

Komîteya Bilind demek berê lîsteyên dawî yên Desteyên Hilbijartinan li Hesekê, Qamişlo, Dêrik û Kobanê ragihandibû.

Duh 24 partî û rêxistinên li Rojavayê Kurdistanê, hejmara nûnerên Rojava yên ji bo parlamentoya Suriyeyê hatine diyarkirin red kir û diyar kirin ku nifûsa Kurdan ji sedî 20 e, lewma divê nûnerên wan ên li parlamentoyê jî 40 bin.