7 partiyên Kurd ên li Rojava banga diyalog û yekîtiyê kirin

Komek partiyên Kurdan nerazîbûna xwe der barê encamên hilbijartinên Meclisa Gel li parêzgehên Heseke û Kobaniyê nîşan da. Her wiha destnîşan kirin ku beşdarbûna hin hêzên siyasî di vê pêvajoyê de, şikestin û dabeşbûna di nava civaka Kurd de kûrtir kiriye

Di daxuyaniyekê de, Partiyên Hevdîtina Şêwirdariyê ku ji 7 partiyên Kurdan pêk tê, hat gotin: "Hilbijartinên bi navê Meclisa Gel, ku vê dawiyê li parêzgeha Heseke û herêma Kobanê, û berê li Efrîn pêk hatin, dûrî hemû pîvanên demokratîk in. Her wiha  dabeşkirina kursiyan bi tevahî rêjeya nifûsa Kurd li Sûriyeyê û pêkhateya demografîk a parêzgeha Hesekê paşguh kir, ji ber ku ew bi awayekî bijartî hat kirin. Vê yekê hesta bêhêvîbûnê di nav Kurdan de kûrtir kiriye.”

Daxuyaniyê wiha domand: "Beşdarbûna hin hêzên siyasî di vê pêvajoyê de şikestin û dabeşbûna di nav civaka Kurd de ku hêviyên mezin li ser encamên konferansa 26`ê Nîsana 2025`an danîne, zêde kiriye. Beşdarbûna hin kesan di pêvajoya hilbijartinê de bêyî şêwirîna partiyên Kurd, bûye sedema zêdekirina dabeşbûna di nav civaka Kurd de."

Di daxuyaniyê hat gotin: "Tayînkirina kesekî ji gundên Mexmûriyan wek nûnerê Serêkaniyê, şêweyekî rikberî û bêrêziya li hember îradeya gelê Kurd û şêniyên herêmê ye, ji ber ku ev kes ne şêniyê resen ê bajêr e. Ev tayînkirin wekî berdewamiya polîtîkayên nijadperest û hewldanên guhertina demografîk li deverên kurdî tê hesibandin.

Partiyên Hevdîtina Şêwirdariyê di daxuyaniya xwe de banga xurtkirina diyaloga Kurdî û avakirina helwestek siyasî ya yekgirtî kir, dûrî destwerdana derve û hesabên teng ên partiyan.

Partiyên daxuyanî daye ev in:

 Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê

Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê (El Partî)

Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê

Tevgera Azadiya Kurdistanê li Sûriyeyê

Partiya Rêkeftinaya Demokratîk a Kurd a Sûriyeyê

Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê

Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê