ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Kobanê cenazeyên 7 şehîdan hatin veşartin
Li Kobanê bi hezaran kes şervanên QSD, YPG,YPJ û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên di dîrokên cuda de şehîd bûn li Şehîdgeha Şehîd Dîcle veşartin. -
Nasnameyên şehîdên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin eşkerekirin
Nasnameyên 9 endamên Asayîşê ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şehîd bûne, hate eşkerekirin. -
QSD’ê nasnameyên 5 şehîdan eşkere kir
QSD’ê nasnameyên 5 şehîdên ku li Reqa, Hesekê û Meskenê şehîd bûne, eşkere kir. -
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Rêxistina Mafên Miroivan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku di meha Nîsanê ya îsal de bi ser malên 8 kesan de hate girtin û 8 kes hatin revandin. -
Sîpan Hemo: Qonaxa bê li ser yekkirina artêşê ye
Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Sîpan Hemo ragihand ku pêvajoya entegrasyona leşkerî qonax bi qonax didome û li Herêma Rojhilat xebatên avakirina jinûve dewam dikin. -
Welatiyekî Kurd ji ber êşkenceyê jiyana xwe ji dest da
Li Reqayê welatiyekî Kurd li navendeke binçavkirinê ya hêzên hikûmeta Sûriyeyê, ji ber êşkenceyê jiyana xwe ji dest da. -
Li Babê dewleta Tirk hate protestokirin
Li herêma Cebel Eqîl a bajarê Babê yê bakurê Helebê, bi daxwaza vegerandina mafên xwe redkirina rakirina malan ji hêla hêzên Tirkiyeyê ve xwepêşandanek hat lidarxistin. -
Goreke komî li Helebê hate dîtin
Li başûrê Helebê goreke komî hate dîtin ku tê de 57 cenaze hebûn. -
Li Kobanê daxuyaniya 1'ê Gulanê
TEV-DEM'ê bi wesîleya 1'ê Gulanê li navenda bajêr daxuyaniyek da çapemeniyê. -
MSD: Li Sûriyeyê barê herî giran li ser milê çîna karker e
MSD'ê peyamek bi wesîleya 1'ê Gulanê weşand û ragihand ku li Sûriyeyê barê herî giran li ser milê çîna karker e. -
Malbatên dîlgirtiyan ku rê girtin bang li NY’ê kirin: Bikevin nava tevgerê!
Malbatên dîlgirtiyan ên ji bajarê Qamişloyê rê li ber erebeyên girêdayî NYˊyê girt, daxwaza tevgerînê ji bo dosyaya berdana dîlgirtiyan kir. -
Parêzgarê Hesekê û Wezîrê Veguhastinê li hev civiyan
Parêzgarê Hesekê û wezîrê veguhastinê rewşa rê û binesaziyê û pirsgirêkên sektora veguhastinê nîqaş kirin. -
Xwendekar, mamoste û şêniyên Qamişloyê ji bo mafê ziman meşiyan
Bi hezaran kes ji xwendekar, mamoste û şêniyên Qamişloyê meşiyan û xwestin, mafê ziman di destûra bingehîn a nû ya Sûriyeyê de bê naskirin. -
Li Kobanê bi şandeya hikûmeta demkî re hevdîtina li ser girtî û entegrasyonê pêk hat
Rêveberiya Kobanê di çarçoveya şopandina dosyaya entegrasyonê ya li gorî peymana 29ˊê Çileyê de pêşwazî li şandeyek hikumeta demkî ya Sûriyeyê kir. Di civînê de entegrasyona saziyên xizmetguzariyê, aştiya navxweyî û berdana dîlgirtiyan hat nîqaşkirin. -
Li Siwêdayê du dilgirtî hatin qetilkirin
SOHRˊê daxuyand ku demek berê di kemînekê li gundê Berd ê Siwêdayê de 2 endamên Hêzên Parêzvanên Niştîmanî hatibûn kuştin û 2 endamên ji yên dîl hatibûn girtin jî hatine kuştin û aqûbeta yên dîtir hîna nediyar e. -
Komîteya Yekrêzî û Yekhelwestiya Kurdî li hev civiya
Di van kêliyan de Komîteya Yekrêzî û Yekhelwestiya Kurdî li Rojava civînekê li dar dixe. -
Nasnameya 9 şehîdan hate eşkerekirin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) nasnameya 9 şervanên xwe eşkere kir ku di dem û cihên cuda de şehîd bûn. -
Li Amûdê çalakiya malbatên dîlgirtiyan: Zarokên me berdin
Malbatên dîlgirtiyan li Qada Jina Azad a Amûdê hatin ba hev û daxwaza berdana tavilê ya dîlgirtiyan kirin. -
Ji Kongreya Îslama Demokratîk banga yekîtiyê hat kirin
Kongreya Îslama Demokratîk, diyar kir ku divê yekîtiya civakî were xurtkirin û rola jinan di jiyana civakî de bê pêşxistin. -
Asayîşê nasnameya 10 şehîdên berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê eşkere kir
Nasnameyên 10 endamên Hêzên Asayîşê yên Çileya 2026'an di Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de şehîd bûn hatin eşkerekirin. -
SOHR: Di Nîsanê de 4 gorên komî li Sûriyeyê hatin dîtin
Li Sûriyeyê ji destpêka Nîsanê ve 4 gorên komî ku hestiyê 14 kesan tê de hene hatin dîtin. -
Li Hesekê 3 şehîd hatin veşartin
Xelkê Hesekê cenazeyê 3 şehîdan veşartin û ji bo şehîdekî merasîmek xiyabî li dar xist. -
Li Qamişloyê ji bo dîlgirtiyan çalakî: Zarokên me tavilê berdin!
Malbatên dîlgirtiyan li pêş avahiya NYˊyê ya Qamişloyê daxwaza berdana dîlgirtiyan kirin. -
Çeteyên ku xwe ji Serêkaniyê venakişînin gefê li xwediyê mal û milkan dixwin
Tê gotin, ku çeteyên artêşa Tirk Serêkaniyê neterikandine û gefa "Eger tu hilweşînê naxwaze 5-6 hezar dolarî bide" li xwediyên malan dixwin. -
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kantona Hesekê nasnameya şehîdekî eşkere kir
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kantona Hesekê, bi daxuyaniyekê ragihand ku endamekî wan şehîd ketiye. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku heta ewlehî û aramiya herêmê bi temamî pêk were, ew ê şopdarên rêya şehîdan bin