Li Rojava mûm li ser gora şehîdan hate vêxistin
Xelkê bajarên Rojavayê Kurdistanê bi boneya Cejna Qurbanê serdana pakrewangehan kir û mûm li ser gorên şehîdan vêxistin.
Xelkê bajarên Rojavayê Kurdistanê bi boneya Cejna Qurbanê serdana pakrewangehan kir û mûm li ser gorên şehîdan vêxistin.
Meclisên Malbatên Şehîdan ên bajarên Rojavayê Kurdistanê bi boneya Cejna Qurbanê û bi beşdariya şênî, malbatên şehîdan û endamên saziyên sivîl serdana pakrewangehên şehîdan kir.
Şêniyan serdana pakrewangehên şehîdan ên li Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa, Tirbespiyê, Qamişlo, Amûdê, Hesekê, Til Temir û Kobanê kir.
Şêniyan bi van çalakiyan şehîdên xwe yên ku di oxira parastina gel û herêmê de canê xwe daye bi bîr anîn û mûm li ser gorên wan vêxistin.
[album=22320]