Durziyên li Girtîgeha Adrayê dest bi greva birçîbûnê kirin

Bi dehan Durziyên li Girtîgeha Adrayê girtî neş, ji bo şermezarkirina mercên nebaş dest bi greva birçîbûnê kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku bi dehan welatiyên Siwêdayê yên ku di bûyerên Tîrmeha 2025‘an de hatin revandin û li girtîgeha navendî ya Adrayê de têne ragirtin, greva birçîbûnê ragihand.

Hate diyarkirin ku revandiyên di girtîgeha Adrayê ya hikumeta demkî de hatine ragirtin, ji ber rewşa mirovî û tenduristiyê ya xirab û muameleya nebaş dest bi grevê kiriye.

Çavkaniyên SOHR‘ê agahî dan ku rewşa fîzîkî û derûnî ya girtiyan xirab e, nîşaneyên başkirin an jî berdana wan di demeke nêzîk de nîn e, lewre jî greva birçîbûnê ragihand.