3 şervanên YPJ’ê ku şehadeta wan hatinbûn ragihandin di nava dîlgirtiyan de derketin

Di nav 28 şervanên YPJ’ê yên ku di çarçoveya pevguhertina dîlgirtiyan a li gorî Peymana 29’ê Çileyê de hatine berdan de Hêzil Arjîn, Awaz Çiya û Solîn Rojhilat ku şehadeta wan hatinbûn ragihandin di nava dîlgirtiyan de derketin.

Di çarçoveya xebata pevguhertina dîlgirtiyan de, îro 28 şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ên di girtîgehên hikûmeta demkî de hatin berdan. Di nava van şervanan de 3 şervan di demeke berê ya îsal de şehadeta wan hatibû ragihandin, hene. Navên şervanan wiha ne: Hêzil Arjîn (Şêrîn Izedîn), Awaz Çiya (Melek Ebdulqadir Bozan) û Solîn Rojhilat (Kajîn Seîd Ezîz).

Fermandariya Giştî ya YPJˊê berê şehadeta 3 şervanan ragihandibû û li bajarên Qamişlo, Dêrik û Kobanê merasîm hatibûn lidarxistin.