Hêzên Ewlekariya Hundirîn derbarê operasyona Hesekê daxuyanî da

Hêzên Ewlekariya Hundirîn da zanîn ku wan li bajarê Hesekê dest bi pêkanîna tedbîrên ewlehiyê yên tund kiriye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li bajarê Hesekê dest bi pêkanîna tedbîrên ewlehiyê yên tund kiriye.

Li gorî daxuyaniyê armanca tedbîrên ewlehiyê yên tund ew e ku kesên ku ji hêla qanûnê ve têne xwestin, werin girtin û sûc û binpêkirin werin kêmkirin.

Her wiha kontrolkirina hemû binpêkirinên ku ewlehiya civakê û ewlehiya welatiyan dixe xetereyê, rêkxistina trafîkê û qedexekirina motorsîkletên ku li derveryî biryarnameyên berê hatine derxistin, tev digerin.

Di daxuyaniyê hat gotin ku hemû beş û yekîneyên girêdayî Hêzên Ewlekriya Hundirîn tev li operasyonê bûne.