Li Sûriyeyê bi deh hezaran DAÎŞ’iyan fîrar kir
Hat ragihandin ku ji kamp û girtîgehên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê navbera 15 hezar û 20 hezar kesên ku gumana têkiliyên wan bi DAÎŞ‘ê re hene, winda bûn yan jî reviyan.
Hat ragihandin ku ji kamp û girtîgehên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê navbera 15 hezar û 20 hezar kesên ku gumana têkiliyên wan bi DAÎŞ‘ê re hene, winda bûn yan jî reviyan.
Di raporekê de ku ji aliyê Inspektorê Giştî yê Operasyona Inherent Resolve ya Emerîkayê ve hatiye weşandin, metirsiyên ewlehiyê yên piştî reva bi hezaran çeteyên DAÎŞ û malbatên wan ji kamp û girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine vegotin.
Di raporê de hate diyarkirin ku navbera 15 hezar û 20 hezar kesên ku gumana têkiliyên wan bi DAÎŞ‘ê re hene, piştî hilweşîna pergala ragirtinê ya destpêka îsal a ji ber êrişên komên hikumeta demkî winda bûne yan reviyane.
Li gorî raporê, piştî revandina komî ya jin û zarokên biyanî, hejmara kesan li kampa Holê ji nêzî 23 hezar û 400 kesî daket kêmtirî hezar û 500 kesî.
Di raporê de hatiye destnîşankirin ku derdora hezar û 500 kes ji girtîgeha Şedadê jî reviyane. Hişyarî hate kirin ku şaneyên DAÎŞ‘ê dibe careke din xwe rêxistin bikin.