Li Rojava cejna malbatên şehîdan hate pîrozkirin

Meclisên Malbatên Şehîdan, şaredariyên gel, Heyva Sor a Kurd û Heyva Sor a Kurdistanê li Çilaxa, Til Temir û Kobanê serdana malbatên şehîdan kirin û cejna wan pîroz kirin.

Di çarçoveya destpêşxerêyên mirovî yên bi boneya Cejna Qurbanê de Meclisên Malbatên Şehîdan, şaredariyên gel, Heyva Sor a Kurd û Heyva Sor a Kurdistanê li Çilaxa, Til Temir û Kobanê serdana malbatên şehîdan kirin, goştê qurbanê li wan belav kir.

Li Çilaxayê 338 kîlo goştê qurbanan li malbatên şehîdan û karkerên şaredariyê hatin belavkirin.

Meclisa Malbatên Şehîdan û Şaredariya Gel da zanîn ku ew ê mîna van çalakiyên mirovî dewam bikin û li kesên alîkarî hatiye belavkirin jî spasî kir.

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan bi hevkariya saziyên sivîl û leşkerî yên herêma Cizîrê yên parêzgeha Hesekê re serdana malbatên şehîdan û zarokên wan kir, cejna wan pîroz kir.

Bi 7 koman ku ji nûnerên malbatên şehîdan, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Kongra Star, Meclisa Bajêr, Asayîş pêk tên serdan û pîrozbahiyên cejnê hatin kirin.

Li Til Temirê jî, Meclisa Malbatên Şehîdan bi hevkariya Heyva Sor a Kurd û Heyva Sor a Kurdistanê 230 par ji goştê qurbanan li malbatên şehîdan belav kir.

Organîzetoran da zanîn ku ev destpêşxerê di çarçoveya berdewama hewldanên mirovî û civakî yên bi piştgiriya malbatên şehîdan de pêk tê.

Li Kobanê jî, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan serdana hejmarek malbatên şehîdan ên bajêr û gundewaran kir, cejna li wan pîroz kir û got ew ê sembola fedakarî û berxwedanê bimînin.

Malbatên şehîdan jî li ser serdanê spasiya wan kir ku ruhê dilsoziyê û peywendiya civakî xurt dike.