Li Tirbespiyê ji bo şehîd Hemûdî merasîma bîranînê hat
Li Tirbespiyê ji bo şervanê QSD’ê şehîd Hemûdê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Di Merasîmê de soza domandina têkoşîna şehîdan hat nûkirin.
Li Tirbespiyê ji bo şervanê QSD’ê şehîd Hemûdê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Di Merasîmê de soza domandina têkoşîna şehîdan hat nûkirin.
Meclîsa Malbatên Şehîdan ji bo şervanê QSD`ê Hemûdî ( Mihemed Behaa El Ebûd) merasîma xiyabî lidar xist. Şervanê QSD`ê Hemûdî di 7`ê Kanûna (2024) an li Minbicê şehîd bibû.
Merasîm li pêşiya dibistana Mecdel El Şemis bi beşdarbûna endamên saziyên civaka sivîl, nûnerên partiyên siyasî û şêniyan bi deqeyek rêzgirtin destpê kir.
Bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan ya Tirbespiyê Mihemed Zekî axivî û diyar kir ku şehîd ji bo wan canê xwe feda kirine û got, “Lewra divê em xwedî li fedekariya wan derkevin.”
Mihemed, da zanîn ku ew ê her dem şopdarê riya şehîdan bin.
Ji Endamên Meclîsa Leşkerî Mihmed Zêdan, jî destnîşan kir ku ew ê çeka hevreyên xwe ên şehîd li erdê nehêlin.
Zêdan got: "Ji bo gelê me, çi were xwestin em her dem amade ne ku parastina wan ji her êrîşan bikin. Ev erkeke dikeve ser milê me. "
Endama Kongra Star Munteha El Meter, diyar kir ku ew ê xwedî li destkeftiyên ku şehîdan bi dest xistine derkevin û têkoşîn û berxwedana xwe xurtir bikin.
Di dawî de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.