QSD’ê nasnameya 5 şervanên xwe yên şehîd, ragihand

Fermandariya Giştî ya QSD’ê nasnameya 5 şervanên xwe yên di dem û cihên cuda de şehîd bûne, ragihand.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) der barê şehadeta 5 şervanan de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi rêzdarî û serbilindiyeke mezin, em 5 şervanên xwe yên ku li cihên cuda û di demên cuda de di pêşketinên meydanî yên diyarker de şehîd bûn, bi bîr tînin. Hevrêyên me Nîhad û Ehmed dema mîsyona xwe ya leşkerî bi dildarî dikirin, şehîd bûn. Hevrêyê me Mihemed jî di pevçûnên leşkerî de li bajarê Minbicê sala 2024'an şehîd bû. Her wiha hevrêyên me Xelîl û Elî di bersivdayîna êrişên dijminane yên komên Şamê yên li ser herêmê de şehîd bûn. Van şehîdan di têkoşîna xwe ya şoreşgerî de wateyên herî bilind ên lehengî û fedakariyê nîşan dan. Bi cesaret û biryardariyeke bêdawî erkên xwe yên bilind li eniyên pêş de pêk anîn. Bi cesaret û bê westan xak û rûmeta xwe parastin. Lehengiya wan dê ji bo me meşaleya şopandina rêya wan bimîne. Bîranînên wan dê di dil û wijdanê gelê me de zindî bimîne.

Em doz didin ku em ê li ser şopa şehîdan bimeşin ta hêviyên wan ên avakirina welatekî azad, ewle û pêşketî bi cih bînin."

NASNAMEYÊN ŞEHÎDAN:

Nasnav: Nîhad

Nav û paşnav: Nîhad Elî

Navê dayikê: Zeyenb

Navê bav: Memduh

Cihê jidayikbûnê: Girê Spî

Cih û dîroka şehadetê: Kobanê, 21 Çile 2026

*****

Nasnav: Zeirûr Heleb

Nav û paşnav: Ehmed Zeirûr

Navê dayikê: Fetîna

Navê bav: Hisên

Cihê jidayikbûnê: Heleb

Cih û dîroka şehadetê: Hesekê, 11 Gulan 2026

*****

Nasnav: Hemûdî

Nav û paşnav: Mihemed El Ebûd

Navê dayikê: Kewkeb

Navê bav: Behaa

Cihê jidayikê: Minbic

Cih û dîroka şehadetê: Minbic, 7 Kanûn 2024

*****

Nasnav: Xelîl

Nav û paşnav: Xelîl Mihemed

Navê dayikê: Izdîhar

Navê bav: Ehmed

Cihê jidayikbûnê: Efrîn

Cih û dîroka şehadetê: Dêr Hafir, 17 Çile 2026

*****

Nasnav: Ebû Yûsif

Nav û paşnav: Elî El Ubeyd

Navê dayikê: Helîma

Navê bav: Ehmed

Cihê jidayikbûnê: Minbic

Cih û dîroka şehadetê: Tebqa, 17 Çile 2026.