Cenazeyê şervana YPJ'ê şehîd Agirî Zagros bi merasîmkê hat veşartin

Bi sedan şêniyên bajarê Kobanê cenazeyê şervana Yekîneya Parastina Jin (YPJ) Agirî Zagros (Zeyneb Eto) ku di 18`ê Çileyê de li Reqa şehîd bûbû, îro li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya Kobanê bi merasîmekê veşart.

Di merasîmê de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Kobanê Sara Xelîl sersaxî ji malbata şehîd Agirî Zagros re xwest û şehîdên azadiyê bi bîr anîn. Sarayê got: "Şehîd Agirî her tim di nava têkoşînê de bû. Bê dudilî tê koşiya. Em bi saya şehîdên xwe li vir in. Em ê jî xwedî li şehîdên xwe derkevin û şopdarên rêya wan bin.”

Ji rêveberên Meclisa Leşkerî a Kobanê Mehmûd Dêmo jî sersaxî ji malbata şehîd Agirî Zagros re xwest û diyar kir ku ew ê bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin û şoprêdan doza şehîdan bin û wiha got: "Berxwedana me bi saya şehîdên me ye. Em Kurd in, em hene û em ê her tim hebin. Em soz didin heta dawiyê xwedî li mîrasa şehîdên xwe derkevin û em ê xewn û xeyalên şehîdên xwe pêk bînin."

Dûre wesîqeya şehadetê ya şehîd Agirî Zagros hate xwendin û radestî malbata wê hat kirin.

Şêniyan cenazeyê şehîd Agirî Zagros bi tilîlî û dirûşmên "Şehîd namirin" veşartin.