BI DÎMEN

Ji Kobanê 623 malbatên Efrînî vegeriyan warê xwe

Bi sedan malbatên ku di sala 2018’an de neçar man ji Efrîn koçber bibin, piştî 9 salan dest bi vegerê kirin. Efrîniyên ku ji Kobanê derketin rê, peyama "Em êdî dixwazin li ser axa xwe bijîn" dan.

Piştî dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser Efrînê di sala 2018’an de bi hezaran şêniyên Efrînê neçar mabûn ku koçber bibin û li herêmên Rêveberiya Xweser bi cih bibin. Yek ji xalên sereke yên peymana ku di 29’ê Çile de di navbera QSD’ê û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de hat îmzekirin, vegera xelkê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bû.

Di vê çarçoveyê de vê sibehê zêdetirî 623 malbatên Efrînî yên li Kobanê bi cih bibûn, piştî 9 salan dest bi vegerê kirin. Şêniyên Efrînê, piştî salên dirêj a koçberiyê daxwaza xwe ya jiyana li bajarê xwe anîn ziman û daxwaza Sûriyeyeke demokratîk û aştiyeke mayînde kirin.

‘EM 9 SAL IN LI BENDA VÊ ROJÊ NE’

Yek ji şêniyê Efrînê Hemîde Omer Mihemed, diyar kir ku vegera wan ji bo wan destpêkek nû ye û got, "Em 9 sal in li benda vê rojê ne. Em li ser rêyên koçberiyê ji Şehba ber bi Kobanê ve hatin. Koçberî pir zehmet bû. Niha tenê daxwaza me ew e ku em li axa xwe bi rengekî aştî bijîn."

Hemîde Omer Mihemed, da zanîn ku ew di nava 9 salan de gelek xizmên xwe winda kirine û got, "Wek malbat em 7 kes ji Efrînê derketin, lê niha tenê 3 kes vedigerin. Êşa me mezin e, lê em ê birînên xwe li ser axa xwe derman bikin. Divê her kes vegere warên xwe.”

‘EM Ê DÎSAN LI SER AXA XWE BIJÎN’

Ehmed Mûsa jî got, "Em vedigerin gundê xwe û cem darên xwe yên zeytûnan. Em ê dîsa li ser axa xwe bijîn," û da zanîn ku veger ji bo wan tê wateya hêviyê.

‘JI KÊFXWEŞIYAN GIRIYAM’

Mihemed Şêxo Mûsa yê ji Cindirêsê, jî diyar kir ku ew bi salan e bêriya Efrîn dike û got, "Piştî Şehba, Tebqa û Kobanê, em niha vedigerin Efrînê. Ez îro ji kêfxweşiyê giriyam."