KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Minbicê êrîşa çeteyan hate pûçkirin
Êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li hember gundê Til Osman ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hate pûçkirin. -
Li Şemzînan şer: 5 leşker hatin kuştin, 6 birîndar in
Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê di encama şerê ku di navbera gerîlayên HPG’ê û leşkeran de rû dayî, 5 leşker hatin kuştin, 6 leşker jî birîndar bûne. -
Ji gelê Pirsûsê li dijî dagirkirinê çalakiya piştgiriyê
Gelê Pirsûsê, piştgirî da çalakiya Kobaniyan a li dijî dagirkirina Tirkiyeyê dewam dike. -
Dîcle: Soza ku me daye şehîdan em ê pêk bînin; berxwedanê bilind bikin
Malbatên ku xizmên wan ji aliyê dewletê ve hatin nebedîkirin û qetilkirin û parêzvanên mafê mirovan, li Kurdistanê hesap pirsîn. -
Ehrar El Reqa: Em di nav QSD’ê de ne; Em ê li dijî DAIŞ’ê şer dikin
Berdevkê Tugaya Ehrar El Reqa Ferhat El Esker diyar kir ku di nava Hêzn Sûriyeya Demokratîk de cih digirin û wê li dijî çeteyê DAIŞ’ê şer bidin û wiha got: ‘Em bi awayekî aktîf di nava QSD’ê de cih digirin û li dijî DAIŞ’ê şer dikin. -
Di çalakiyên gerîla de 22 leşker hatin kuştin, 21 leşker birîndar bûn
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku di çalakiyên gerîla de ku li Kurdistanê hatin lidarxistin, 22 leşker hatin kuştin, 21 leşker jî birîndar bûn. -
KCK: Bi dirûşma ‘’Bê Serok Jiyan Nabe’ wê têkoşîn were geş û gurkirin
KCK: Tevgera me û gelê me heta ku têkildarî tendirustî û ewlekariya Rêber Apo agahiyê nestîne wê bi dirûşma ‘’Bê Serok Jiyan Nabe’ têkoşînê geş û gur bike. -
Li Çelê herî kêm 26 leşker hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di şerê Çelê de herî kêm 26 leşker hatin kuştin. -
Tuncel: Em ê kilîda Îmraliyê bişikînin!
Hevseroka DBP’ê Tûncel li Wanê axivî, bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û got, ‘’Em ê klîda Îmraliyê bişikînin’’ -
Artêşa Tirk sînorê Kobanê dagir kir, dîwar lê dike
Dewleta Tirk bi maşîneyên zirxî axa Kobanê dagir kir û lêkirina dîwar didomîne. -
Ji endamên KJA ya Xelfetiyê ji bo Nisêbînê piştgirî
Pêkhateyên KJA yên Xelfetiyê, xurekên ku di çarçoveya kampanyayê de ku ji bo piştevaniya Nisêbînê dan destpêkirin, kom kirin, şandin Nisêbînê. -
Li Bedlîsê şewata ku bi destê leşkerên Tirk rû da, 4 roj in didome
Li Bedlîsê agirê ku 4 roj berê leşkerên Tirk ên derketibûn operasyonê li daristanê dadabûn, didome. -
Ji Torîno ji bo hikûmetên Italyan û Tirk peyam: Em ê çokan daneynin
Kurdên ku li Torîno ya Italyayê têne darizandin, gotin ew ê ji ya xwe neyên xwar. -
Li Hesekê 3 şervanên YPG’ê ber bi rêwîtiya dawî ve hatin birêkirin
Bi sedan welatiyên bajarê Hesekê cenazeyên 3 şervanên YPG’ê yên di dem û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dan, bi merasîmeke girseyî li goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê defin kirin. -
Li Şehbayê şerê dijwar
Komên çete yên DAIŞ’ê êrîşî gundên Um El-Hoş û Um El-Qura kirin. Li ser bersivan Şervanên hêzên Şoreşger şerê dijwar rû da. -
Çeteyên Qesrê Taxa Kanîka ya dîrokî ya li Nisêbînê xira kir
Taxa Kanîka ya navçeya Nisêbînê ku zanîngeha yekemîn a cîhanê ya bi navê Nisîbîsê lê hatiye avakirin, piştî êrîşên tevkujiyê ji hêla çeteyên Qesrê ve bi wesayîtên kar hate tunekirin. -
‘Gelek leşker hatin kuştin, cenaze di kontrola gerîla de ne’
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin şer li derdora girê Şehîd Cîhad ê li nêzî kelha Ertûşê ya li navçeya Çelê ya Colemêrgê zêde bûye. -
Du têkoşerên Operasyona Rizgarkirina Minbicê hatin definkirin
Du cangoriyên azadiyê Dijwar Kobanê û Eylem Tolhildan ku di Operasyona Rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest dabûn, bi merasîmek girseyî ve ber bi bêdawîtiyê hatin birêkirin. -
Li Tendurekê 4 leşker hatin kuştin
Hate ragihandin ku danê êvarî dema li Çiyayê Tendurekê operasyonê dewam dikir şer qewimî û 4 leşkerên Tirk hatin kuştin. -
Li Kerboranê çalakiya gerîlayên HPG’ê: 1 leşker, 2 cerdevan hatin kuştin
Li navçeya Kerboran a Mêrdînê Gerîlayên HPG’ê bi roketan û çekên lûledirêj ve li dijî kulubeya ku leşker û cerdevanan lê nobet digirtin, çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de leşkerek û 2 cerdevan hatin kuştin. -
Li Mûşê 4 leşker birîndar bûn
Li Mûşê di şerê gerîlayê HPG’ê û artêşa Tirk de herî kêm 4 leşkerên Tirk birîndar bûn. -
Demîrtaş: 15’ê Tîrmehê li Îmraliyê şer rû da
Demîrtaş tevlî vekirina avahiya xizmetê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bû, got agahî girtine ku êvara 15’ê Tîrmehê dema hewldana darbeyê çêbûye, bi kesên ku hewl dane ji helîkopteran dakevin Giravê re şer qewimiye. -
Artêşa Tirk li hemberî berxwedanê ji neçarî vekişiya
Berxwedana gelê Kobanê ya li ser sînor êrîşa artêşa Tirk pûç kir û ew neçar hiştin ku tevî alavên xwe yên leşkerî vekişin. -
Di êrîşa Kobanê de leşkerên Tirk 2 ciwan qetil kirin
Di encama êrîşa leşkerên Tirk de ku li ser sînorê Kobanê li dar xistin, 2 ciwanan jiyana xwe ji dest dan. 9 kes ji ber gulebaranê û 80 kes jî ji ber bombeyên gazê birîndar bûn. -
Li Çelê tank hate rûxandin
HPG’ê destnîşan kir ku li navçeya Çelê ya Colemêrgê piştî kepçeyek artêşa Tirk bi çalakiya sabotajê hate îmhakirin, vê carê jî tankeke ku hate cihê bûyerê hate rûxandin.