Tuncel: Em ê kilîda Îmraliyê bişikînin!
Hevseroka DBP’ê Tûncel li Wanê axivî, bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û got, ‘’Em ê klîda Îmraliyê bişikînin’’
Hevseroka DBP’ê Tûncel li Wanê axivî, bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û got, ‘’Em ê klîda Îmraliyê bişikînin’’
Kongereya 5. a Asayî ya Wanê ya DBP’ê li saloneke dawetê pêk hat.
Di kongrêyê de Hevseroka DBP’ê ya Sebahat Tuncel têkildarî rojevê axivî.
TUNCEL: LI ROJAVA KURD DÎROKÊ DINIVÎSİN
Hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel têkildarî geşedanên Sûrî got, ‘’Ev şerê cîhanê yê sêyemîn e. Niha vebijêrka li derveyî vê tenê Kurd pêk tînin. Li Rojava dîrokê Kurd dinivîsin. Em hevrêyên xwe slav dikin. Bes em têkoşîna xwe gur bikin. Sîstem û hişmendiya ku Kurd dixwazin li Rojava pêk bînin, tenê ne ji bo Rojava, ji bo hemû dinyayê kana ronkahiyê ye.’’
Tuncel diyar kir, dewleat Tirk bi mebesta ku têkoşîna Kurdan têk bibe destekê dide DAIŞ’ê û dewam kir, ‘’Tirkiye li Rojhilat Navîn dixwaze bibe hêzeke emperyal. Dagirkirina Cerablûsê bi vê sedemê ye. Dixwazin destkefinên Kurdan têk bibin.’’
‘GEL DIVÊ LI ŞAREDARIYAN XWEDÎ DERBIKEVE’
Têkildarî qanûna qeyûmê Tuncel got, ‘’Bi mebesta ku dest li ser şaredariyên me deynin ev qanûna qeyûmê bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê (BHK) de derxistin. Dema ku aştiyê bixwazî, çareseriyê bixwazî, bibêjî ez Kurd im, tu terorîst î. Li gorî TMK’yê ev wiha ye. Heke piştevaniya li terorê be, ji AKP’ê çêtir kes vê nake. Ev şaredarî şaredariyên gel in. Derdê wan ew e ku tişta ku gelê me bi kedeke mezin bi dest ve anîna ji dest wan derxînin. Bila şik û guman jê nebe, em ê li emanetê gelê xwe xwedî derbikevin. AKP êrîşê tîne ser hemû nirxên Kurdan. Kurd dixwazin biz iman, çand, nasnameya xwe, bi azadî bijî. Tirkiyeya Demokratîk, Kurdistana Xweser dixwaze.’’
‘LI DOR BIRÊZ OCALAN EM TÊKOŞÎNÊ GEŞ BIKIN’
Tûncel bertek nîşanî tecrîda li ser Ocalan da û got: ‘’Hevrêyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro li her deverê ne. Birêz Ocalan îro bi tena serê xwe di qulikekê de tê girtin. Ev 15 meh in em ti agahiyê jê nastînin, ev 5 sal in nahêlin bi parêzerê xwe re biaxive. Ji bo çi vê dikin, ji ber ku Birêz Ocalan tekane hêviya gelên Rojhilata Navîn e. Hemû tespîtên wî yek bi yek derketin. Dema ku Birêz Ocalan ji bo avaniya paralel ew hişyar dikirin, wan ji Gulen re digotin, ‘’girambar’. Em ê kilîda Îmraliyê bişkînin. Em ê têbikoşin, li ber xwe bidin. Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan teqez wê azad bibe. Ji bo vê sedemê em dest bi girêva birçîbûnê ya bê dem û bê dor lê veger dikin. Li dora vê xurtkirina têkoşînê peywira me hemûyan e. Ev tenê ne girêva birçîbûnê ye, li dora vê honandina têkoşîna aştî û demokrasiyê ye. Peywira herî mezin a rêveberiya me ya nû ev e.’’
HILBIJARTIN HATE KIRIN
Piştî axaftinan bi yek lîsteyê çûna hilbijartinê û Murat Sarisaç û Sevînç Şeker weke hevserok hatin hilbijartin.