Li Şehbayê şerê dijwar
Komên çete yên DAIŞ’ê êrîşî gundên Um El-Hoş û Um El-Qura kirin. Li ser bersivan Şervanên hêzên Şoreşger şerê dijwar rû da.
Komên çete yên DAIŞ’ê êrîşî gundên Um El-Hoş û Um El-Qura kirin. Li ser bersivan Şervanên hêzên Şoreşger şerê dijwar rû da.
Komên çete yên ku li gundê Til Qerah bi cih dibin, şevê din êrîş birin li ser gundên Um El-Hoş û Um El-Qura ên ku beriya niha hatine rizgarkirin. Şervanên hêzên Şoreşger bersiv dan êrîşan û şer derket. Şerê ku derket heta saetên serê sibehê dom kir. Der barê encaman de agahiyên zelal nehatin girtin.