NÛ BÛ

Li Çelê herî kêm 26 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di şerê Çelê de herî kêm 26 leşker hatin kuştin.

HPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand û destnîşan kir ku li dijî leşkerên ku xwe li derdora girê Şehîd Hozan ê girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê bi cih kiribûn, çalakî hate lidarxistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî şer û çalakiyên li navçeya Çelê ya Colemêrgê ev agahî parve kirin; “2’yê Îlonê saet 15.00’an hêzên me bi hewan, çekên giran û çekên sûîqestê ve li dijî leşkerên ku xwe li derdora girê Şehîd Hozan ê girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê bi cih kiribûn, çalakî li dar xistin. Di vê çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin.

LI ÇELÊ ŞER

Li kelha Ertûş, girên Şehîd Cahîd, Şehîd Newalê yên girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê şer didome. 2’yê Îlonê saet 05.30’an hêzên me li dijî leşkerên li qada Şehîd Cahîd û Şehîd Newalê çalakî li dar xistin. Di destpêkê de bi giştî 6 leşker hatin kuştin; 3 gerîlayên me jî bi şerekî lehengî şehîd ketin. Hêzên me heta danê êvarî bi bombeyên dest û çekên ferdî li leşkerên ku li qada girê Şehîd Neval dan.

Piştî çalakiya êrîşê, artêşa TC berê xwe da Kelha Ertûşê. Li vir heta danê êvarî şer qewimî. Di şer de herî kêm 20 leşker hatin kuştin. Her wiha, danê êvarî artêşa TC bi balafirên şer, helîkopterên Kobra, hewan û obusan ve girên Şehîd Colemêrg, Şehîd Cahîd, Şehîd Newal, Hewan, qada Garêya Biçûk û kelha Ertûşê bombe kirin. Piştî bomberdûmanê artêşa TC careke din berê xwe da kelha Ertûşê û ji ber çalakiyên gerîlayên me neçar ma vekişe. Dîsa bi awayekî hemwext, mabeyan gerîlayên me û leşkerên ku êrîşî girê Şehîd Cîhad kirin de domahiya 2 saetan şer qewimî. Li vir hêzên me hin alavên leşkerî desteser kirin û gelek cenazeyên leşkeran jî di bin kontrola gerîlayên me de mane. Li vê qada ku şer didome, bomberdûmanên bi balafirên şer, helîkopterên Kobra û hewanan hê jî didome.

XETA ÎNTERNETÊ, STASYONA TURKCELL- VODAFONE- AVEA HAT ÎMHAKIRIN

3’yê Îlonê saet 01.00’an hêzên me li nêzî gundên Nizra, Çirkanis û Şavite yên girêdayî Colemêrgê 2 xetên înternetê û stasyona Turkcell- Vodafone- Avea îmha kirine.”