‘Gelek leşker hatin kuştin, cenaze di kontrola gerîla de ne’
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin şer li derdora girê Şehîd Cîhad ê li nêzî kelha Ertûşê ya li navçeya Çelê ya Colemêrgê zêde bûye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin şer li derdora girê Şehîd Cîhad ê li nêzî kelha Ertûşê ya li navçeya Çelê ya Colemêrgê zêde bûye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî operasyona û şerê li navçeya Çelê ya Colemêrgê bi nivîskî agahî parve kir. HPG’ê da xuyakirin ku gelek leşker hatine kuştin, cenaze û çek jî ketine kontrola gerîla.
Agahiyên ku Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daye wiha ne:
“Li nêzî girê Şehîd Cîhad ê li nêzî kelha Ertûşê ya li navçeya Çelê ya Colemêrgê şer zêde bûye. 3’yê Îlonê (Îro) hêzên me li diîî leşkerên artêşa TC a xwe li derdora girê Şehîd Cîhad bi cih kiriye çalakî li dar xistin. Di vê çalakiyê de gelek çeperên dijmin ketin; gelek cenazeyên dijmin û çek jî ketine dest hêzên me. Li derdora kelha Ertûşê şer bi awayekî dijwar didome. Her wiha, artêşa TC bi awayekî zêde teknîkê bi kar tîne.”