Li Minbicê êrîşa çeteyan hate pûçkirin
Êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li hember gundê Til Osman ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hate pûçkirin.
Êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li hember gundê Til Osman ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hate pûçkirin.
Çeteyên DAIŞ’ê vê sibehê di saet 04:00’an de êrîşî gundê Til Osman ê dikeve Rojhilatê Çemê Firatê kirin. Li ser bersivdayîn şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê şer derket.
Piştî şerê çend saetan êrîşa çeteyan hate pûçkirin. Têkildarî ecamên êrîşê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.