KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Şoreşgerê enternasyonalîst Kemal Pîr û têkoşîna wî
Bi Kemal Pîr re em li hev rûniştibûn û me berê xwe dabûn Kobanê. Navê gundên li hemberî me dipirsî. Li Kobanê pirsî û got, 'rejîma li wir ma ne rejîma Baas e?' Min jê re got erê. Wî jî got, 'Em ê wê derê jî rizgar bikin'. -
Gelê Mêrdînê: Em ê li ber darbeya qeyûm rabin
Gelê Mêrdînê, desteserkirina şaredariyan a bi rêya qeyûman weke darbeya li vîna xwe dibîne û dibêje, ew ê serî li ber vê darbeyê netewînin û qeyûman nas nekin. -
'Em li dijî DAIŞ'ê têkoşiyan, em ê li dijî dagirkeran jî têbikoşin'
Ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê Mûhammed Elî diyar kir, kes nikare li ser xaka wan xetên sor destnîşan bike û got, "Em bi çi rengî li dijî DAIŞ'ê têkoşiyan, bi heman awayî em ê li dijî dagirkeran jî têbikoşin." -
Li Çelê ji bo leşkerên birîndar bûne nexweşxane hatin girtin
Li Çelê ji bo leşkerên ku di şerê îro pêkhatî de birîndar bibûn derman bikin beşên lezgîn ên nexweşxaneyên dewletê yên li Çelê û Colemêrgê ji bo demekê hatin girtin. -
PYD: Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî destketiyên Kurd û pêkhateyên li herêmê ne
Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kobanê (PYD), bi daxuyaniyek diyar kir ku kiryarên dewleta Tirkiyeyê li ser sînorê Rojava û Bakûrê Kurdistanê li dijî destkeftiyên Kurdan û pêkhateyên li Sûriyeyê ne. -
Şerê li Çelê bi dijwarî dewam dike
Li navçeya Çelê ya Colemêrgê şer dewam dike. Şerê ku li qadê gur bibû, li herêma Ertûş belav bû. -
YPG’ê bîlançoya meha Tebaxê eşkere kir
Navenda çapemeiyê ya YPG’ê bîlançoya meha Tebaxê eşkere kir. Di bîlançoyê de encamên êrîşên çete, rejîma Baas û Artêşa Tirk hatin eşkerekirin. -
YPG: Çete derbên giran dixwe, 15 çete hatin kuştin
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku DAIŞ’ê li dijî gunê Til Osman û Şemseddîniyê ku dikeve Rojhilatê Başûr ê Bendav Tirşrînê êrîşekî berfireh li dar xistin. Di van êrîşan de 15 çete hatin kuştin, 2 çete jî hatin desteserkirin. -
Li Tendurk leşkerên Tirk di dorpêç de ne, li Bedlîsê jî 4 leşker hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li Çiyayê Tendurek leşkerên Tirk hatine dorpêçkirin, ragihand ku wê têkildarî şerê li herêmê diqewime û encamên şer agahiyan paşê par ve bikin. -
YPS’ê li Tetwan û Colemêrgê çalakî li dar xist
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê da xuyakirin ku endamên YPS’ê li dijî nuqteya kontrolê ya li Tetwanê bi roketan çalakî li dar xistine. Endamên YPS’ê her wiha li dijî lojmanên polîsan ên li Colemêrgê jî çalakî li dar xistin. -
‘Li Şemzînan 17, Çelê 45 leşkerên Tirk hatin kuştin’
Navend Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li Çelê û Şemzînanê derbên giran li leşkerên Tirk hatin xistin û herî kêm 62 leşker hatin kuştin. -
Artêşa Tirk dîsa sivîl qetil kir
Balafirên şer ên Tirk bombe li herêma Babê barandin. Di êrîşan de bi dehan sivîl hatin qetilkirin, ku yek jê zarokekî 13 salî ye. -
Der barê nûçegihanê DÎHA'yê Yilmaz de doznameyeke xeyalî hat amadekirin
Têkildarî nûçegihanê DÎHA’yê Îdrîs Yilmaz de, ku li navçeya Erdîş a Wanê b lêdanê ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin, bi îfadeyeke xeyalî dozname hat amadekirin. -
Lîsteya 50 kesên tevlî grêva birçîbûnê bibin amade ye
Bi tevlîbûna hemû pêkhateyên siyaseta Kurd, ji bo tevlî grêva birçîbûnê ya bê dem û bê dor lê veger bibin, ku bi daxwaza "hevdîtina bi Ocalan re" sibe wê li Amedê dest pê bike, lîsteyeke ji 50 kesî hate amadekirin. -
Cenazeyên şervanên YPG/YPJ'ê bi merasîmeke girseyî hatin veşartin
Cenazeyên çar şervanên YPG/YPJ ên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan, li Şehîdgeha Şehîd Xebat a li Dêrikê hatin veşartin. -
Dîmenê çalakiya Licê
Gerîlayên HPG/YJA Starê roja 24'ê Tebaxê li navçeya Licê ya Amedê, li dijî artêşa Tirk çalakiyek lidarxistin. Dîmenê vê çalakiyê ji aliyê Gerîla TV ve hat weşandin. -
Êrîşa çeteyan a li herêma Tişrînê hat şikandin
Şervanên YPG/YPJ'ê êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li herêma Tişrînê şikandin û 2 çete bi saxî girtin. -
Ji bo azadiya Ocalan tûra bi bisiklêtan
Kurdistaniyên li Danîmarkayê dijîn, bi bisiklêtan li nava paytext Kopenhagenê geriyan û êrîşên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. -
YRD-Rojava konferansa xwe ya 5. lidar xist
Yekîtiya Ragihandina Demokratîk (YRD), Konferansa xwe ya 5. lidar xist. -
PDK'ê nehişt malbat cenazeyê kurê xwe yê YPG'yî bîne
Malbata şervanê YPG'ê Esad Karabag (Elî Kanîreş) ê di 20'ê Tebaxê de li Hesekê jiyana xwe ji dest da, ji bo wergirtina cenazeyê kurê xwe çû Deriyê Sînor ê Sêmalka. Lê PDK'ê malbat vegerand. -
Nameyên dîrokî: Roj îro ye, sibe dereng e!
Di dema dawî de gelek gerîlayên HPG/YJA Starê çalakiyên fedayî pêk anîn. Yek ji van jî Dîrok Amed (Îshak Katar) e. Amed di nameya xwe de dibêje, "Roj îro ye, sibe dereng e." -
Gelê Cerablûsê: Erdogan axa me dagir kiriye
Gundiyên Cerablûsê, tevgera dewleta Tirk a bi serokatiya Erdogan weke hewldana dagirkirina axa xwe pênase kirin. -
Ji Elkê ev 12 saet e ti agahî nehatiye girtin
Piştî şerê di saetên nîvro yê li navçeya Elkê ya Şirnexê û şûn de hemû torên GSM, xetên telefonê û înternetê hatine qûtkirin. -
‘Înkarkirina zimanekê tê wateya muxalefet kirina Qûranê’
Li Kerkûkê perlementerê HDP’ê û Hevberdevkên DÎK’ê ku di semînerê de axivîn wiha got: “Yên ku Kurdan înkar dike, tê wateya li dijî Qûranê muxalefetiyê dike.” -
Meclîsa Damezirîner, dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kir
Meclîsa Damezirîner a Federalîzma Demokratîk a Bakurê Sûriyê, êrîşên hêzên Tirk ên bi ser gelê Kobanê de û lêkirina dîwarê dagirkeriyê şermezar kir.