‘Înkarkirina zimanekê tê wateya muxalefet kirina Qûranê’

Li Kerkûkê perlementerê HDP’ê û Hevberdevkên DÎK’ê ku di semînerê de axivîn wiha got: “Yên ku Kurdan înkar dike, tê wateya li dijî Qûranê muxalefetiyê dike.”

Hevberdevkê Kongeray Îslama Demokratîk Fadil Bedirhanoglû, Hûda Kaya li gel parmenterê HDP’ê yê Sêrtê Kadrî Yildirim û ji endamên DÎK’ê yên Başûrê Kurdistanê Mele Nadîr li Kerkûkê beşdarî semînereke ku bi mijarên “Li ser mijarên Civakî rawestîn” bûn.

Di semînerê de di serî de Mele Nadîr axivî û diyar kir ku yên ku DAIŞ’ê li kobanê û Rojava bi Kurdan re dan şerkirin, li Bakurê Kurdistanê zimanê bi milyona Kurdan, çanda wan qedexe dike, bajarên wan dihilewşîne, nêzîkatiya wan a ji bo îslamê şaş û çewt e. Nadîr da zanîn ku yên esasî dixwazin azad, wekhev û di nava aştiyê de bijîn Kurdin, Kurd rastiya îslamê pêk tînin.

Parlementerê HDP’ê Yildirim jî diyar kir ku îro yên ku li ser navê îslamê tevger dikin pêkhateyên civakî tine dihesibînin û ji bo bihelîne şer didin ferzkirin.

Yildirim destnîşan kir ku Hz. Mûhammed di demê xwe de bal kişand bû ku divê hemû mirov bi bawerî û nasnameya xwe azad bijîn û wiha anî ziman: “Ji xwe di Qûranê de dibêje; ‘Me we cuda cuda xuliqandiye ji bo ku hûn hevdû nas bikin’, lê mixabinê yên ku îro li ser navê îslamê tevger dikin, nasname û baweriyên cûda înkar dike. şer jî ji ber vê diqewimin.”

Yildirim bal kişan ku Kurd jî ji aliyê van beşan ve tê înkar kirin û wiha pê de çû: “Înkarkirina gelekê, zimanekî, nasnameyekê tê wateya mûxalefetkirina Qûranê. Bi vê yekêve yên ku vê yekê dikin muxalefetiya Qûranê dike. Nexasim pêximber di demê xwe de ti kes ji ber baweriya wî lêpirsîn nekiriye.”

Hevberdevka DÎK’ê û perlementera HDP’ê Hûda Kaya jî nêzîkatiya îslama demokratîk a li ser jinê vegot, bibîr xist ku di şerê li Kerbelayê de jinan jî li gel mêran têkoşîn dikir, lê mixabin piştre di demê Emewiyan de qetlîamên li hember jina bi anîna tekbîran hatin pêkanîn, îor jî tekbîr didin, çeteyên DAIŞ’ê rih dirêj dikin heman tiştî dikin.

Kaya wiha got: “Wê demê çawa ku Zeynep li dijî vê yekê der ket û têkoşîn kir, îro jî keçên Zeynepê bi heman awayî li Şengal, Rojava li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên ku rih dirêj dikin û tekbîr didin û jinan di sûkên kolayan de diforşin têkoşînê dikin.”

Kaya bal kişand ev hişmendiya ku li dijî jina pêştetî ne tenê di civaka îslamê de di her beşî de pêşketiye, ji bo vê pêwîstiya jina bi xwe rêxistinkiri û parastinê heye.

Hevberdevkê DÎK’ê Fadil Bedîrhanoglû yê ku li ser nêzîkatiya pirsgirêka netewî ya di îslama demokratîk de axavî û wiha anî ziman: “Her civak bi ziman û çanda xwe mafê wan heye bijî. Ti kes ne mecbûre bi ziman, yan jî bi çanda derveyî xwe bijî. Ziman hebûna civakekê ye. Li gorî îslamê her kesê ku bixwaze bijî, bi ziman û çanda xwe wê bijî. Yên ku dixwazin vê qedexe bikin tê wateya muxalefetkirina li dijî îslamê.”