Ji Elkê ev 12 saet e ti agahî nehatiye girtin

Piştî şerê di saetên nîvro yê li navçeya Elkê ya Şirnexê û şûn de hemû torên GSM, xetên telefonê û înternetê hatine qûtkirin.

Hat diyar kirin ku kesên ku bixwazin biçin navçyeê li gundê Çemanê ji aliyê leşkeran ve tên astengkirin û ji Çiyayê Kato jî dûman bilind dibe.

 Hat ragihandin ku li Devera Pira Duyemîn di saetên danê nîvroyê de di navbera gerîlayên HPG’ê û leşkeran der şerekî dijwar qewimî. Piştî şer li tevahiya navçeyê hemû GSM û torên telefon û înternetê hatine qûtkirin, li gundê Çemanê jî ketin û derketina gund ji aliyê leşkeran ve hatiye girtin. Li gorî agahiyên hatin girtin; şerê ku li Devera Pira Duyemîn qewimniye belavî herêmê bûye. Li aliyê din li gelek nuqteyên navçeyê agahiyên ku şer diqewime tên, li Çiyayê Kato jî dûman bilind dibe.

Ji danê nîvroyê ve ti agahî ji navçeyê nayê girtin, têkildarî rewşê hê ne ji aliyê Walîtiya Şirnex û ne jî ji aliyê Qeymeqamê Elkê ve daxuyaniyek nehatiye dayîn.

Her wiha ji gelek kesên ku danê sibehê ji Cizîrê ber bi Elkê ve ketibûn rê jî agahî nayê girtin.