BI DÎMEN

'Em li dijî DAIŞ'ê têkoşiyan, em ê li dijî dagirkeran jî têbikoşin'

Ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê Mûhammed Elî diyar kir, kes nikare li ser xaka wan xetên sor destnîşan bike û got, "Em bi çi rengî li dijî DAIŞ'ê têkoşiyan, bi heman awayî em ê li dijî dagirkeran jî têbikoşin."

Mûhammed Elî da xuyakirin, ku di sala 2013'an de gava çeteyên DAIŞ'ê bajarê wan dagir kirin, ew ji bo bajarê xwe têkoşiyan û piştre xwe li Kobanê girtin. Elî diyar kir, di dema dagirkeriya DAIŞ'ê de ji sedî 60 ê şêniyên bajêr, cih û warên xwe terikandin. Elî da zanîn, ku piştî salên dirêj ên dûrî ji bajarê xwe, ji bo rizgarkirina Cerablûsê ew ketin nava rêxistinbûna leşkerî û dest bi operasyonê kirin. Mûhammed Elî got, "Bi vê operasyonên ve me xwe gihandin gundê Emarîneyê. Dewleta Tirk a ji vê pêşveçûna me tirsiya, hemû hêzên xwe li hev civand û di bin navê 'şerê li dijî DAIŞ'ê de' bi DAIŞ'ê re li hev kir û axa me dagir kir. Di dema vê dagirkeriyê de, di bin navê 'Ez bombeyan li şervanên Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê dibarînim' bombe li gelê me barand. Ev bomberdûman li dijî mirovên sivîl hat kirin çi zarok, çi jî extiyar. Ji ber ku me fêhmkir dewleta Tirk bi rengekî bêperwa wê bombeyan li tevahiya gelê me bibarîne, me hêzên xwe bi gavekê bi paş ve kişand. Dewleta Tirk û çeteyên wê, ku xwe ji şerê li hemberî me vedigire, dest bi qetilkirina gel kirin."

Elî destnîşan kir, ew dagirkeriya dewleta Tirk qebûl nakin û bibîr xist, ku dewleta Tirk ev du sal in cîranê çeteyên DAIŞ'ê ye, lewma nikare hebûna çeteyên DAIŞ'ê weke sedema dagirkirinê nîşan bide. Navborî da zanîn, dewleta Tirk ji ber ku ji pêşveçûna Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê ditirse, dest bi dagirkeriyê kir.

Elî bal kişand ser daxwaza Erdogan a bûyîna padîşahê Osmanî û got, "Ev der Sûriye ye. Li vir gelên Sûriyeyê dijîn. Bi dehan salan ew li vir bi rengekî biratiyê jiyan. Ev der ne axa Tirkiyeyê ye. Cihê artêşa Tirk li ser axa me nîne. Nabe ku Erdogan ji bo xatirê daxwaza xwe ya bûyîna padîşahê Osmanî axa me dagir bike. Ew roj êdî derbas bûn. Ti dijminatiyeke me li gelê Tirk nîne, lê em naxwazin artêşa Tirk li vir hebe."

Elî işaret bi gotina 'xeta sor' a Tirkiyeyê kir û got, "Eger li holê xeteke sor hebe, ew jî xwîna sor a şervanên Cerablûsê ye." Elî bang li hêzên azadîxwaz kir û got, "Bila destekê bidin têkoşîna me ya mafdar. Bila bibin alîkar ji bo derxistina hêzên tarî û dagirker ji nava xaka me. Ti hêz nikare ji bo berjewendiyên xwe li nava xaka me xetên sor destnîşan bike. Eger xeteke sor hebe, ew jî xwîna ciwanên vê xakê ye, ku ji bo vê xakê rijandin e. Ev jî ji bo me pîroz e. Em ê vê xeta xwe ya sor a me bi xwîna xwe diyar kirine, heta dawiyê em ê bi xwîna we biparêzin."