YPS’ê li Tetwan û Colemêrgê çalakî li dar xist

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê da xuyakirin ku endamên YPS’ê li dijî nuqteya kontrolê ya li Tetwanê bi roketan çalakî li dar xistine. Endamên YPS’ê her wiha li dijî lojmanên polîsan ên li Colemêrgê jî çalakî li dar xistin.

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê daxuyaniyek nivîskî weşand û ev agahî ragihandin; “Li navenda Tetwanê; 31’ê Tebaxê saet 22.00’an endamên me yên YPS/YPS-JIN’ê li taxeke ji hêla endamên me hatibû girtin bi çeteyên Qesrê re ketin şer. Nuqteya kontrolê ya li Tetwanê bû hedefa roketên yekîneyên me. Kulube hate îmhakirin, 3 leşker hatin kuştin. Li heman cihî, wesayîta zirxî ya Kobra jî hate hedefkirin û bi roketan hate rûxandin, hejmara mirî û birîndaran nehate zelalkirin. Wesayîtên zirxî yên bi piştgiriya 2 Kobrayan hewl dan mudaxeleyî qada şer bikin jî hatin hedefkirin, li vir jî Panzerek hate derbkirin.

LI QOSERÊ ENDAMEKÎ EWLEKARIYÊ HATE KUŞTIN

31’ê Tebaxê yekîneyên me li Qoserê endamekî ewlekariyê kirin hedef û lê dan.

BAREGEHA LEŞKERÎ YA LI COLEMÊRGÊ HATE HEDEFKIRIN

29’ê Tebaxê li navenda Colemêrgê yekîneyên me kontrayê bi navê Sadî Ozatak kirin hedef û lê dan.

30’ê Tebaxê li Taxa Berçelan a Colemêrgê yekîneyên me bi çekên ferdî li bargeha leşkerî dan. Di heman demê li dijî lojmanên polîsan a li nêzî Otela Şenler jî dan. Li vir avahiyek hilweşiya. Têkîldarî hejmara mirî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatin wergirtin.”