Lîsteya 50 kesên tevlî grêva birçîbûnê bibin amade ye

Bi tevlîbûna hemû pêkhateyên siyaseta Kurd, ji bo tevlî grêva birçîbûnê ya bê dem û bê dor lê veger bibin, ku bi daxwaza "hevdîtina bi Ocalan re" sibe wê li Amedê dest pê bike, lîsteyeke ji 50 kesî hate amadekirin.

Pêkhateyên siyaseta Kurd ku bi rojan amadekariyê wê kiribûn, bi daxuyaniyekê ragihandibûn ku ew ê bi daxwaza ku bi Ocalan re hevdîtin were kirin, roja 5'ê Îlonê dest bi girêva birçîbûnê bikin. Koma ku 50 kesî pêk tê wê grêva birçîbûnê li kûderê çêbibe, kî wê tevlî bibe û gelek nîqaşên din ên têkildarî vê bi dawî bûn. Amadekariyên grêvê jî hate qonaxa dawî.

ÇALAKÎ WÊ LI AVAHIYA DBP'Ê YA BAJÊR BE

Sibe komeke ji 50 kesî pêk tê, ku di nav wan de wekîl, şaredar û ji derdorên din ên civakî jî hene, li avahiya DBP'ê ya bajarê Amedê dest bi grêvê dikin. Beriya ku grêva birçîbûnê dest pê bike, koma ku ji 50 kesî pêk tê, bi tevlîbûna hevserokan, siyasetmedar, şaredar û gelê Amedê li avahiya bajêr a DBP’ê, saet 11.00 wê daxuyaniyek bide çapemeniyê. Di daxuyaniyê de wê  were gotin, yekane rojava tevgera siyasî ya Kurd Ocalan e.

LÎSTEYA JI 50 KESÎ PÊK TÊ ZEAL BÛ

Li avahiya bajêr a DBP’ê ku grêva birçîbûnê wê lê dest pê bike amadekarî didomin. Ji bo kesên ku wê têkevin grêvê salona konferansê tê amadekirin, ji bo piştevanan jî odeya mêvanan tê hazirkirin.

Tê gotin, kesên ku wê têkevin grêvê ji nîviyê wan zêdetir jin in, bi serlêdaneke zêde lîste hatiye amadekirin. Tê diyarkirin ku grêv wê bê dem û bê dorlêveger be û heya encamek pê ve were wê berdewam be. Her wiha di rojên pêş de dibe ku çalakî li hin deverên din jî berbelav û mezin bibe.

Tê payîn, ku ji bo daxuyaniya çapemeniyê ya sibe wê li avahiya DBP’ê were dayîn, şêniyên Amedê jî hazir bin û piştgiriyeke mezin bidin.