Li Çelê ji bo leşkerên birîndar bûne nexweşxane hatin girtin
Li Çelê ji bo leşkerên ku di şerê îro pêkhatî de birîndar bibûn derman bikin beşên lezgîn ên nexweşxaneyên dewletê yên li Çelê û Colemêrgê ji bo demekê hatin girtin.
Li Çelê ji bo leşkerên ku di şerê îro pêkhatî de birîndar bibûn derman bikin beşên lezgîn ên nexweşxaneyên dewletê yên li Çelê û Colemêrgê ji bo demekê hatin girtin.
Di encama şerê di navbera leşkerên derketibûn operasyonê û gerîlayên HPG’ê de ku li devera Serê Sêvê li gundên Bilêcan û Mafûfan ê li herêma Ertoş a bejahiya Çelê ya Colemêrgê derketibûn, ev 3 roj in dewam dike. Hat diyarkirin ku herêmên ku 40 km ji navenda navçeyê dûr in ku şer lê diqewim, şer ber bi sînor û Geliyê Tiyarê ve belav dibin. Ji ber dijwariya şer di saetên zû yên sibehê de gelek leşker û polîsên tîmên taybet (POH) sewqî herêmê hatin kirin.
Îro têkildarî şerê dijwar ê ku qewimî ti daxiyaniyên fermî nehatin dayîn, hat diyar kirin ku di şer de gelek leşker hatine kuştin û birîndarkirin. Îro beşa lezgîn ya Nexwexaneya Dewletê ya Çelê û Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê ji bo dermankirina leşkerên birîndar ji bo demekê hatin girtin. Her wiha hat destnîşan kirin ku çend personelên nexweş jî negirtin beşa lezgîn.