BI DÎMEN

Gelê Cerablûsê: Erdogan axa me dagir kiriye

Gundiyên Cerablûsê, tevgera dewleta Tirk a bi serokatiya Erdogan weke hewldana dagirkirina axa xwe pênase kirin.

Cerablûsî ji dagirkeriya artêşa Tirk aciz in. Ji gundiyên Cerablûsê Salih Huseyîn Ahmed qutkirina Hatayê ji xaka Sûriyeyê bibîr xist û got, "Weke welatiyên ji Cerablûsê, em bi ti awayî dagirkirina xaka xwe qebûl nakin. Cerablûs axa me ye û wê her ya me be. Em ne dagirkeriya dewleta Tirk ne jî ya hêzeke din qebûl dikin. Me hê ji bîr nekirine bê di sala 1939'an de Hatay çawa ji xaka Sûriyeyê hat qutkirin."

Ahmed diyar kir, lîstikek bi heman rengî îro li ser Cerablûsê tê lîstin, lê ew ê pêşî li vê dagirkeriyê bigirin. Ahmed got, "Bi artêşa xwe ve wê nikaribe vê axê bikin bajarê xwe. Ev dagirkerî nayê qebûlkirin û di serî de weke gelên li Cerablûsê dijîn em ê vê qebûl nekin."

Ahmed işaret bi hevkariya dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ'ê kir û anî ziman, dema Cerablûs di destê çeteyan de bû, DAIŞ'ê ji vê derê timî petrol difirot Tirkiyeyê û pê re têkiliyeke xwe ya xurt hebû.

Mamosteyê ji Cerablûsê Îbrehîm Semîo Îsmaîl jî da zanîn, ku dema şervanên Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê ji bo paqijkirina bajêr ji çeteyan bi rê ketin, dewleta Tirk rabû Cerablûs dagir kir. Îsmaîl da xuyakirin, ku di navbera dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ'ê de têkilî heye û diyar kir, di dema dagirkeriyê de Tirkan bombe li ser gelê sivîl barandin.

Îsmaîl ragihand, dewleta Tirk beriya niha deriyên xwe vekir, çete ji vir derbasî nava xaka Sûriyeyê kir û got, "Çeteyên şand vê derê, ne tenê axa me dagir kirin. Di heman demê de nirxên me jî binpê kirin. Her gelekî li ser vê axê dijî, xwedî nirxekî ye. Her yek jê bi nirx û leheniyê tê naskirin. Çeteyên ku ji aliyê Erdogan ve hatin şandin, hem nirxên me binpê kirin hem jî çavkaniyên me pêşkêşî Erdogan kirin."

Îsmaîl di dawiya axaftina xwe de baweriya xwe ya bi rojên ku hemû gelên li Cearblûsê bi rengekî azad perwerdeyê bibînin, bilêv kir û got, "Em dibêjin axa me ya me ye. Zarokên me wê li ser vê axê bi rengekî azad bijîn û perwerdeyê bibînin. Wê kes nikaribe me ji jiyana me ya aram qut bike."

...