PYD: Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî destketiyên Kurd û pêkhateyên li herêmê ne

Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kobanê (PYD), bi daxuyaniyek diyar kir ku kiryarên dewleta Tirkiyeyê li ser sînorê Rojava û Bakûrê Kurdistanê li dijî destkeftiyên Kurdan û pêkhateyên li Sûriyeyê ne.

PYD’ê destnîşan kir ku êrîşên dewleta Tirkiyeyê li ser sînorê Rojava û Bakûrê Kurdistanê li dijî destkeftiyên Kurdan û pêkhateyên li Sûriyeyê ne. Her wiha ENKS di van êrîşan de cih digire û bûye yek ji lingê pêkanîna van pîlanên qirêj.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Meclîsa Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kobanê ve hatiye weşandin, wiha anî ziman: “Kiryarên dewleta Tirkiyeyê yên dijberî gelê Kurd û pêkhateyên civaka Rojava û Bakûrê Sûriyeyê bi armanca derbkirina destkeftiyên gel bi hemû rê û rêbazên siyasî û çapemenî dewam dikin. Herî dawî dewleta Tirkiyeyê bajarê Cerablûsê dagir kir û hewl dide ku destê xwe deyne ser herêmên Şehbayê, her wiha dîwarê di navbera Rojava û Bakûr de dewam dike. Dewleta Tirkiyeyê hemû qanûn û yasayên navneteweyî binpê kiriye û eşkere rêzdariya dewletên cîran binpê dike.”

Her wiha di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku partiya bi navê Encûmena Niştîmanî a Kurd li Sûriyeyê ji ber îflasa xwe ya siyasî di warê Doza Kurd de û binketa wê li hemberî êrîşên li dijî gelê me yên rêxistinên terorîst û dewletên ku Kurdistan parçe kirine, li şûna ku li hemberî van pîlan û vê dijberiyê bisekine, hewl dide ku tewabariyan li rihê berxwedaniya civaka me zêde bike û rêxistinên vê civakê yên siyasî wekî ku welatiyan ji bo armancên siyasî bikar tîne, tewanbar dike.

Gotin û tiştên ku meclîsa navborî dibêje, dewleta Tirkiyeyê bi xwe li dijî vîna gelê me yê Rojava bikar tîne. Ev yek diyar dike ku ew gelekî dûrî rastiya gelê me, êş û azarên wî ye û bûye amûreke ku xizmeta pîlan û berjewendiyên dijminan pêk tîne. Rêxistinên siyasî yên Rojava karîbûn ji bo pêvajoya siyasî ya dîrokî û nazik bibin pêşeng û di hemû waran de civakê biparêzin. Ev rêxistinên siyasî yên civakê li şûna hotelan li xendekan bûn.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin : “Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ji ber ku partiyeke siyasî ya gelerî ye û bi qurbaniyên xwe yên mezin bûye xwedî cemawerekî mezin û ji bo parastina gelê xwe û destkeftiyên wê ku bi xwîna şehîdan hatine standin, kar dike. Ev pêşengîtiye bi berpirsyarî hişt ku gelê me vê partiyê wekî nimûne û pêşengê xwe bibîne. Tiştekî bi zor wekî ku ENKS dibêje tune ye.

Em bi berxwedaniya xwe ya dîrokî û mirovahî li Bakûrê Sûriye û Rojava li şûna tevahiya mirovahiyê li hemberî hemû êrîş û kiryarên dijmirovane yên li dijî gelê me disekinin da ku nirxên demokrasî û wekheviyê bidin rûniştandin. Ev yek jî dihêle ku alîgirên demokrasî û dadmendiya mirovahî, her wiha raya giştî ya hundir, herêmî û navneteweyî ku bi berxwedaniyê re bibe yek û li hemberî hemû êrîş û pîlanên dijber bisekinin.”