Dîmenê çalakiya Licê
Gerîlayên HPG/YJA Starê roja 24'ê Tebaxê li navçeya Licê ya Amedê, li dijî artêşa Tirk çalakiyek lidarxistin. Dîmenê vê çalakiyê ji aliyê Gerîla TV ve hat weşandin.
Gerîlayên HPG/YJA Starê roja 24'ê Tebaxê li navçeya Licê ya Amedê, li dijî artêşa Tirk çalakiyek lidarxistin. Dîmenê vê çalakiyê ji aliyê Gerîla TV ve hat weşandin.
Dîmenê çalakiya li dijî leşkerên Tirk ên li derdora gundê Qilêdar ê Licê hat lidarxistin, ji aliyê Gerîla TV ve hat weşandin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê roja 25'ê Tebaxê daxuyaniyeke nivîskî weşandibû û li ser vê çalakiya ku di çarçoveya çalakiyên li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û zextên li gelê Kurdistanê de hat lidarxistin, agahî dabû.
HPG’ê ragihandibû ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Çekdar Mahîr Serbest de 24’ê Tebaxê saet 10.00’an hêzên gerîlayan li dijî girekî ku artêşa TC li derdora gundê Qilêdarê yê girêdayî navçeya Licê ya Amedê girtim, çalakiyek berfireh li dar xistin.
Li ser detayên çalakiyê ev agahî hatibûn dayîn:
"Hêzên me ji du baskan ketin gir, ji mesafeyek nêz ve bi çekên nîv otomatîk û ferdî, ji 12 çeperan 11 heb bi temamî îmha kirin. Gelek çeper jî bi bombeyan kirin hedef û gerîlayên me çûn ser cenazeyên 17 leşkeran. Li gelek çeperan şewat derket, ji tevahî çeperan çek nehatin rakirin, dîsa qasî ku hatiye tespîtkirin jî 21 leşker birîndar bûne.
Di encama çalakiyê de çekên ku ji ser leşkeran hatin rakirin wiha ne;
5 çeka G-3
1 çeka BKC
1 Termal û miqtarek amûrên leşkerî.
Piştî çalakiyê artêşa TC li giştî qadê operasyona daye destpêkirin. Piştî çalakiyê têkîliyên me bi gerîlayekî me re qut bûye."