YPG: Çete derbên giran dixwe, 15 çete hatin kuştin

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku DAIŞ’ê li dijî gunê Til Osman û Şemseddîniyê ku dikeve Rojhilatê Başûr ê Bendav Tirşrînê êrîşekî berfireh li dar xistin. Di van êrîşan de 15 çete hatin kuştin, 2 çete jî hatin desteserkirin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku çeteyên ku êrîş kirin derbên giran xwarin, 15 çete hatin kuştin, 2 çete hatin desteserkirin û jimarek zêde dest danîn ser cebilxaneyan jî.

ÊRÎŞÊN ARTÊŞA TIRK DEWAM DIKE

YPG’ê diyar kir kudi çarçoveya van êrîşan de Arteşa Tirk derengiya şeva 2’yê Îlonê bi çekên giran êrîş birin li ser gundê Tilseriyê ya ku dikeve rojavayê Kobanê.

Arteşa Tirk şeva 3’yê Îlonê jî bi çekên giran êrîş birin li ser gundhen Koran û Selim ên dikevin rojavayê Kobanê.

15 ÇETA HATIN KUŞTIN, 2 ÇETE HATIN DESTESERKIRIN

YPG’ê wiha anî ziman: “3’yê Îlonê saet 04.00’an de çeteyên DAIŞ’ê li dijî gundên Til Osman û Şemseddînyê ku dikevin rojhilatê başûr a bendava Tişrînê êrîşek berfireh lidarxistin. Piştî bersiv dayina hêzên me li qadê, şerên dijwar rû dan û heta saetên pişt nîvro jî ev şer berdewam kir. Piştî van şeran hêzên me êrîşê dijmin tek birin.

Di van şeran de wesayîtekî teqemenî barkirî û wesayîtekî doçka barkirî hatin ruxandin. Her wiha qasî hate zelal kirin 15 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin û hejmarek nediyar çete jî hatin birîndarkirin. Hêzên me di vê şerî de 2 çeteyên DAIŞê dîl girtin.”

JIMAREK ZÊDE CEBILXANE HATE DESTESERKIRIN

YPG’ê destnîşan kir ku piştî şer hêzên me li qadê xebatên legerînê pêk anîn. Di encama van xebatan de hêzên me tevî 10 termê çeteyan 8 kleş, 6 rext, 18 şerjor, 2 BKC û 2 çentê guleyê wê (tevî zîncîr), 1 roketavêja RPG û 5 guleyên wê, 1 bêtel û 10 bombeya destan bi dest xistin.

Çeteyên DAIŞ’ê heman şevê xwestin li nêzî gundê Qadriyê, di pêşiya hêzên me de mayin bi cih bikin. Hêzên me di cih de destwerdana çeteyan kir û yek ji van çeteyan birîndar kir. Piştî destwerdanê çeteyan neçar man ji qadê birevin.

3’yê Îlonê saet 12:30’an de çeteyên DAIŞê bi topên hawanan êrîş birin li ser noqtekî sînor a dikeve navbera gundên Malha û Mekmen ên giredayî Şedadê.