‘Li Şemzînan 17, Çelê 45 leşkerên Tirk hatin kuştin’
Navend Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li Çelê û Şemzînanê derbên giran li leşkerên Tirk hatin xistin û herî kêm 62 leşker hatin kuştin.
Navend Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li Çelê û Şemzînanê derbên giran li leşkerên Tirk hatin xistin û herî kêm 62 leşker hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniy ya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî da û wiha got: “Çalakiyên gerîlayan ên li dijî agahî negirtina ji Rêberê Apo her ku diçe zêde û belav dibe.” ŞEMZÎNAN
HPG’ê, deta û encamên çalakiya li Çelê û Şemzînan eşkere kir:
ŞEMZÎNAN
3’yê Îsonê artêşa TC li herêmên girê Şehîd Silav û Girê Guneylik, devera Herkî ya ku li herêma Şemzînan a Colemêrgê bi cih bûne. Yekîneyên me di saet 13:00’an de ji sê aliyan ve çalakiyekî dizî pêk anî. Di çalakiyê de aliyê yekem bi navbera bombeyê kete eniyên dijmin û bi çekên ferdî xurt lêxistin û 5 çeper bi giştî îmha kirin, yekîneyên me li vir çûne ser cenazeyê 15 leşkeran. Aliyê duyemîn ê çalakiyê jî leşkerên ku li çeperekî kom bibûn dike hedef û lê dixin. Li vir leşkerek tê kuştin û 2 jî birîndar dibin. Aliyê 3’emîn jî girê Guneylik û derdora wê bi çeka RPG-7 û bi çekên ferdî bi xût lêdixin. Li vir jimara kuştî û birîndarên dijmin nehate zelalkirin.
LEŞKEREK PAYEBILIND HATE KUŞTIN
Piştî çalakiyê artêşa TC dûbare hewlda êrîşî girê Silava bike. Fermanadarê leşkerên ku hewldan ku ber bi girê Silava ve bikevin rê çalakiya sekvaniyê li dij hate lidarxistin û di vê çalakiyê de fermandarê leşkeran hate kuştin.
3’ê Îlonê di saet 15:00’an de yekîneyên me bi çekên giran li dijî leşkerên qereqola Oremar û leşkerên ku li derdora devera Şehîd Gafûr a Oremar ya li navçeya Gever a Colemêrgê çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de jimar kuştî û birîndarên leşkerên TC nehate zelalkirin.
LI ÇELÊ DERBÊN GIRAN LI ARTÊŞA TIRK HATE XISTIN
Şer û operasyonên ku li der dora kelha Ertûş a girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê hê jî dewam dike. 3’yê Îlonê yekîneyên me li der dorî Kelha Ertûş û Çeko, Şehîd Cihat û Şehîd Colemêrg li dijî leşkerên TC çalakiyek xûrt li dar xistin. Di şerê li vir de ji 45 leşkeran zêdetir hatine kuştin û bi dehan leşker jî birîndar bûne. Şerê ku di navbera gerîla û leşkerên dagirker de qewimî hema hemû seaetên rojê bi dijwarî dewam kir.
Har wiha 3’yê Îlonê li herêma karekola Êrîş a ku şer lê dewam dikir bi obûs û hewan hatin bombekirin, di heman demê de jî gerîlayên me bi çekên giran devera ku obûs û bi batariyên hewan êrîş dikrin bomberdûman kirin. Li vir windahiyên dijmin hene û çekên obûs jî hatine derbkirin.”