Şoreşgerê enternasyonalîst Kemal Pîr û têkoşîna wî
Bi Kemal Pîr re em li hev rûniştibûn û me berê xwe dabûn Kobanê. Navê gundên li hemberî me dipirsî. Li Kobanê pirsî û got, 'rejîma li wir ma ne rejîma Baas e?' Min jê re got erê. Wî jî got, 'Em ê wê derê jî rizgar bikin'.
HASAN YOLDAŞ
RIHA
duşem, 5 rezberê 2016, 07:24
Yek ji pêşengên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd Kemal Pîr ku hevrêyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû, weke sembola enternasyonalîzm û biratiya gelan, navê xwe li dîrokê nivîsand. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di gelek nirxandinên xwe de dibêje, divê kesayetiya hevrêyê wî Kemal Pîr baş were fêhmkirin. Ev yek jî têra fêhmkirina girîngiya têkoşîna Kemal Pîr a ji bo biratiya gelan dike. Bi ruhê xwe yê çalakiyê, kesayetiya xwe ya zindî û dilsoziya ib soza xwe re, di navbera gelên Kurd û Tirk de bû pirek. Kemal Pîr, ku yek ji damezrînerên Têkoşîna Azadiyê ya gelê Kurd e, şopeke girîng li dû xwe hişt. Di nava malbateke xizan de li gundê Guzelolûk ê navçeya Torûl a Gumuşhaneyê, di sala 1952'an de ji dayik bû. Tevî ku Tirk bû, êşa gelê Kurd ji kûr ve hîs kir û cihê xwe di nava têkoşîna azadiyê de girt. Welatparêziya wî, ew gihandibû Marksîzm-Lenînîzmê û ew veguherandibû milîtanekî ku di oxira guherina cîhanê de canê xwe feda kir. Kemal Pîr ku şoreşgerekî enternasyonalîst ê şoreşger e, bi vê coş û têgihiştineke mezin nêzî rastiya Kurd bû, ku hingî kesî newêrî bû nêzî vê rastiyê bibe. Ji bo guhertina vê yekê jî bi her awayî têkoşiya. Kemal Pîr di vê têkoşînê de ku bi ruhê enternasyonalîst meşand, bû yek ji pêşengên mezin ên gelê Kurd. Di dawiya sala 1976'an de biryar hat dayîn, nêrînên şoreşgerî-serxwebûnê ji metropolên Tirkiyeyê derbasî herêma Kurdistanê werin kirin. Pîr hemû gumanên şexsî danî aliyekî û bê teredût berê xwe da Kurdistanê. Bi kêliyekê jî li şûna xwe nesekinî û li nava xwendekaran, ciwanan, karker û gundiyan propaganda vê nêrînê kir. Li dijî şovenîzma civakî, li dijî înkarkeriya neteweyî û reformîst neteweperstiya bûrjûva biçûk, bêtawîz têkoşiya.
Piştî ku xwendina Lîseyê li Samsûnê qedand, di sala 1970'î de cihê xwe li Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê ya li Enqereyê girt. Bû yek ji kadroyên destpêkê yê PKK'ê. Pîr di sala 1977'an de li Enqereyê hat binçavkirin û girtin. Ji Girtîgeha Ûlûbey a Ordûyê di payîza 1977'an de reviya. Di sala 1978'an de careke din hat girtin û vê carê jî ji Girtîgeha Rihayê reviya. Di Tebaxa 1980'î de, piştî Darbeya Leşkerî ya 12'ê Îlonê careke din hat girtin û piştî îşkenceya giran li Girtîgeha bi Tîpa 5. a Amedê hat bicihkirin. Li vê girtîgehê, îşkenceyên li derveyî mirovahiyê li kadroyên pêşeng ên PKK'ê hat kirin. Kadroyên pêşeng ên PKK'ê, li dijî vê îşkenceya giran biryara berxwedanê dan. Ji ber ku rêveberiya leşkerî ya girtîgehê îşkence giran kir û destûra parastinê li dadgehan nehat dayîn, Mehmet Hayrî Dûrmûş li salona rûniştina dadgehê biryara rojiya mirinê ragihand. Bi vî rengî li zîndana Amedê berxwedana nû da destpêkirin. Gelek girtî tevlî çalakiya rojiya mirinê bûn. Tevî Dûrmûş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz pêşengî ji vê çalakiyê re kirin. Di rojiya mirinê de Kemal Pîr û hevalên wî, li hemberî her şêwe hewldanên dijmin ên ji bo teslîmgirtina vîna wan li ber xwe dan, xwedî li vîna xwe derketin, teslîm nebûn û di vê oxirê de canê xwe feda kirin.
Kemal Pîr beriya bê girtin li navçeya Pirsûs a Rihayê xebatên rêxistinî meşand. Salîh Surucu (63) ku hingî pê re bû, ji ANF'ê re qala Kemal Pîr kir.
'KEMAL PÎR BANDOREKE KÛR LI JIYANA MIN KIR'
Surucu da xuyairin, ku di demeke Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de wî Kemal Pîr nas kiriye û got, "Kemal Pîr piştî demekê bû hevrêyê min, hevalê min ê têkoşînê... Di wê demê de gelê Kurd di nava tarîtiya dîrokê de winda dibû. Di wê dema ku min Kemal Pîr nas kir de, ji bo pêşîgirtina li vê tinebûnê, çend mirovan berê xwe da bûn welêt û dest bi têkoşînê kiribûn. Kemal Pîr şoreşgerek bû ku bandoreke kûr li min kir. Ne yek ji şoreşgerên ji rêzê bû. Di şert û mercên wê demê de gelekî bandor li min kir. Kemal li dijî her şêwe zilmê, tarîtî, rejîma dîktatoriya zordar û mêtîngeran, şoreşgerekî bi hêrs bû. Tevî vê hêrsa xwe a li dijî zilm û zordariyê, li pêşberî gelen bindest jî bi hezkirin û şefqetê tijî bû. Kesekî ku di têkoşîna xwe de bi ti awayî rê nedida dijmin. Aliyê Kemal ku herî zêde bandor li min kir, kesayetiya wî ya têkoşer û enternasyonal bû. Şoreşgerekî bi biryardar bû. Bi tenê biryareke wî hebû; pêkanîna şoreşê. Ji bo pêkanîna vê şoreşê û armancên wê, dixwest gel seferber bike. Kesayetiyeke wî ya enternasyonal hebû, lê xw ji ti neteweyê nedidît. Di sohbetekê de min ev jê pirsî, 'Tu şoreşgerekî ji gelê Tirk qut bûye. Tu çima ji bo Tirkiyeyê tênakoşe?' Ev bersiv da min, 'Ez zarokê gelan me û ji ber ku mifteya şoreşa Tirkiyeyê di nava şoreşa Kurdistanê de dibînim, her wiha ji ber ku şoreşa Kurdistanê girêka sereke ya mêtîngeriya li Rojhilata Navîn dibînim, ji bo vekirina vê girêkê li vir im'. Ruhê Kemal ruhekî enternasyonal bû."
'KEMAL JI BO MIN HER TIM ŞOREŞGEREKÎ MÎNAK E'
Surucu anî ziman, ku weke ciwanên Kurd dema li herêmê di nava lêgerînekê de bûn, wî Kemal Pîr nas kiriye û wiha dewam kir: "Wê demê me xwe di nava komeleyên xwedî xeteke siyasî de bi rêxistin dikirin. Lê belê tevgera Fîlîstînê ya li herêma me bi pêş diçû û tevgerên neteweyî yên li Başûrê Kurdistanê, bandoreke giran li me dikir û dibûn sedem ku em li ser xwe bifikirin. Di encama vê lêkolînê de me fêhmkir ku ev rêxistinbûn bi vî rengî nameşe. Dûre me dît ku mirovên mîna me difikirin jî hene. Û em pê hesiyan ku ev jî rewşenbirî, nivîskar û ciwanên Kurd ên li Enqereyê dixwînin e. Me xwest wan nas bikin, wan xwestin me nas bikin. Piştî demekê Rêbertî û hevrê Cemîl (Bayik) hatin. Me ciwanên Pirsûsê yên li nava koma xwe ya komeleyê li hev civand. Me ji Rêbertî pirsîn, ku bila ciwanên din bên? Rêbertî jî got, 'her kesên li cem têkoşîna me cih bigirin, dikarin bên li axaftinên me guhdarî bikin'. Ji tevgerên din jî çend kes tevlî bûn. Rêbertî bênavber 4-5 saetan axivî û got, ew li hemû pirsan vekiriye. Piştî ku civîn qediya, heval rabûn û çûn. 10-15 roj di ser re derbas bûn û hevalê Kemal hat. Çawa hat, min dît û got, 'Rêbertî ez şand'. Û dûre got, 'Navê min Kemal Pîr e, em ê bi hev re têbikoşin'. Em bi hev re li gelek qadan têkoşiyan. Kemal ji bo min her tim şoreşgerekî mînak jê bê girtin e."
'KEMAL MIROVEKÎ WELÊ BÛ, KU TIŞTÊN EM NIKARÎBÛN LI SER BIFIKIRIN, EW LI SER DIFIKIRÎ'
Di dewama axaftina xwe de Surucu got, "Qet ji bîra min naçe; rojekê em li cihê ku niha tabûr lê ne, li erdekî bûn. Meha Nîsanê bû. Em li wir rûniştibûn û me berê xwe dabûn Kobanê, Rojava. Navê gundên li hemberî me dipirsî. Li Kobanê pirsî û got, 'rejîma li wir ma ne rejîma Baasê ye?' Min jê re got erê. Wî jî got, 'Em ê wê derê jî rizgar bikin'. Min jê pirsî, ku ev ê çawa bê kirin. Wî jî got, "Wê li wê derê jî mirovên mîna me difikirin, derkevin holê. Ji ber ku em ê dîrokekê bimeşînin.' Ji min pirsî, ku qet çûm e Kobanê yan na. Min jî jê re got, çend caran çûm e. Got, 'ji min re qala wir bike, helwesta mirovên li wir çawa ye?' Min jî jê re got, gelê Kurd ê li wê derê bi hesreta azadiyê ye, lê belê li wir rêxistinbûnek nîne. Li min vegeriya û got, 'Em ê Kobanê azad bikin'. Dema ev gotin bilêv kir, sal 1975-1976 bû. Dema mirov li rewşa niha dinêrin, dikarin vê yekê bi zelalî bêjin: Şopdarên Kemal Kobanê azad kirin.
Kemal bi gotinên xwe her tim mirov hîn dikir. Rojekê hat mala me û bi diya min re sohbet dikir. Ferdên din ên malbatê xwarin dixwest û min jî ji diya xwe re got, ku Kemal û ez jî birçî ne. Ji bo nirxandina hin mijaran em çûn odeya min û dayika min xwarin anî wê derê. Ez li dora sifrê rûniştin. Tevî ku Kemal ne xerîbê malê jî bû, min dît ku kêm dixwe. Min jê re got, 'Tu çima naxwe, tu gelekî ji vê xwarinê hez dike'. Li min nihêrî û got, 'Tu gelekî dixwe. Hejmara zarokên li malê gelek e û tu gelekî dixwe. Ji bo ew birçî nemînin, kêm bixwe'. Kemal mirovekî gelekî dilnizm bû. Tişta ku em lê nedifikirîn, ew lê difikirî û bala wî lê bû."
'EZ JI KEMAL PÎR HÎNÎ NÊZÎKATIYA LI RÊBERTÎ BÛM'
Surucu got, "Hevalê Kemal bi xurtî dilsozê Rêbertî bû" û herî dawî got, "Nêrînên Rêbertî gelekî girîng didît. Û ez jî ji Kemal hînî nêzîkatiya li Rêbertî bûm. Helwesta wî ya li pêşberî Rêbertî gelekî bandor li min kir û min ji xwe re mînak dît. Kemal digot, Rêbertî ji bo gelan û ji bo Kurdistanê mirovekî gelekî girîng e. Mirovê yekane ye ku dikare vê bi ser bixîne. Hevalê Kemal bi kê re daxivî, yekser bandor lê dikir. Kemal kurê dayik û bavekî ji Gumuşhaneyê bû. Zarokê gelên cîhanê bû."