KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Polîtburoya YNK’ê: Ti rewabûna ‘Navenda Biryarê’ nîne
Polîtburoya YNK’ê diyar kir ku ji hêla partiyê ti derbasdariya ‘Navenda Biryarê’ nîne û ev rewş di partiyê de fikaran dide avakirin. -
Encamên şerên 3 rojan ên Ii Şehbayê hate ragihandin
Di şerê 3 rojan de ku li herêma Şehbayê rû da, cenazeyên 19 çetayan ketin destê hêzên şoreşger, wesayîteke ku doşka li ser hat ruxandin û 70 mayînên çeteyan hatin rakirin. -
‘Li Kobanê di êrîşên arteşa Tirk de ciwanek hat qetilkirin û zêdetirî 50 kesî jî birîndar bûn’
Navenda Ragihandina YPG destnîşan kir ku êrîşên artêşa Tirk a li dijî axa Federasyona Rojava-Bakurê Sûriyeyê berdewam dike û got, “Li Kobanê di êrîşên arteşa Tirk de ciwanek hat qetilkirin Û zêdetirî 50 kesî jî birîndar bûn.” -
Li Çelê şerê dijwar didome
Li qada Ertûş a navçeya Çelê ya Colemêrgê mabeyna leşkerên artêşa Tirk û gerîlayan de şerê giran dewam dike, gerîlayên HPG’ê li dijî navenda navçeya Tetwan a Bedlîsê operasyonek şoreşgerî ya berfireh li dar xistin. -
Gerîlayê HPG’ê Bellîer hate definkirin
Gerîlayê HPG’ê Demhat Firat Bellîer ji hêla bi hezaran kesî ve ber bi bêdawîtiyê hate verêkirin. -
TEV-DEM: Gelê me serî ji Tirkiyeyê re netewîne!
TEV-DEM’ê diyar kir ku Tirkiye dixwaze bi dagirkirina Cerablûsê ve îradeya gelên herêmê û Şoreşa Rojava bişkîne. TEV-DEM’ê got; “Dewleta Tirk wê careke din hovîtiya li Kobanê pêk neyne” û banga mezinkirina berxwedanê kir. -
Li Farqînê dema derbasbûyina wesayîta leşkerî teqînê rû da
Li navçeya Farqîn a Amedê dema wesayîta leşkerî derbas dibû, teqînek pêk hat. -
Leşkerên Tirk ên dagirker li Kobanê ciwanek qetil kirin
Leşkerên artêşa Tirk a dagirker, ku danê vê sibehê bi guleyên rastî û bombeyên gazê êrîşî şêniyên Kobanê yên li ser sînor kirin, ciwanekî 17 salî qetil kirin. -
Li ser sînorê Kobanê, terora dewleta Tirk: 40 sivîl birîndar bûn
Leşkerên Tirk ên dagirker, bi fîşekên rastî û bombeyên gazê êrîşî şêniyên Kobanê kirin, ku li ser sînor li dijî lêkirina dîwarê dagirkeriyê nobed digirtin. -
Li Başûrê Kurdistanê çalakiyên li dijî tecrîdê zêde dibin
Li Başûrê Kurdistanê, çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan roj bi roj zêde dibin. -
Leşkerên Tirk gule berdan şêniyên Kobanê: 6 kes birîndar bûn
Leşkerên Tirk bi fîşekên rastî û bombeyên gazê êrîşî gelê Kobanê yê li ser sînor nobedê digire, kirin. Di êrîşê de 6 welatiyên Kobanê birîndar bûn. -
Ji YNK'ê surprîza 'Navenda Biryarê'
Komek ji rêveberên YNK'ê, ku Alîkarên Sekreterê Giştî Berhem Salih û Kosret Resûl jî di nav de hene, da xuyakirin ku wan di nava partiyê de Navendeke Biryarê ya nû ava kirine. -
Li Wanê gelek leşkerên Tirk hatin kuştin
Leşkerên Tirk ên li navçeya Ebex a Wanê derketin operasyonê ji aliyê hêzên gerîla ve hatin dorpêçkirin. Di şerê li vir de gelek leşker hatin kuştin. -
Di navbera çeteyan û Hêzên Ceyş El Siwar de şerekî giran heye
Çeteyên DAIŞ'ê bi topan êrîşî gundên Um El Hoş û Um El Qura yên li herêma Şehbayê kirin. Şervanên Ceyş El Siwar bersiv dan êrîşê û li ser vê yekê şer derket. Şerê li vê derê bi dijwarî dewam dike. -
Li Çelê şerekî dijwar diqewime
Ji ber operasyona artêşa Tirk a li herêma Ertûşê ya navçeya Colemêrg Çelê, şerekî dijwar diqewime. Gerîlayan li leşkerên derketin operasyonê xistin û tê gotin, gelek leşker hatine kuştin. -
Kayar: Rojnamevaniya li Kurdistanê wê siberoja welêt diyar bike
Rojnamevan Sertaç Kayar da xuyakirin, ku rojnamevanî dikare siberoja welêt diyar bike û got, "Rojnamevan ya wê îro bi vê berpirsyariyê rabe, yan jî piştî çend salan dema li pişt xwe temaşe kir, wê serê xwe berde ber xwe." -
'Em dixwazin sîstemeke ku gel yekser tevlî dibe, bafirînin'
Endamên komîteya amadekar qala Eniya Demokrasiya Gel kirin û gotin, ew dixwazin hemû cihêrengiyan li hev bicivînin û sîstemeke ku gel yekser tevlî dibe, bafirînin." -
Li Dersîmê şerê dijwar
Hate ragihandin ku li ser rêya ku gundê Çîçeklî yê girêdayî navenda Dersîmê û navendê digihîne hev, mabeyna artêşa Tirk û gerîlayên HPG’ê de şer rû daye. -
Li Tetwanê li dijî nuqteya kontrolê ya leşkerên Tirk çalakî
Li çoltera navçeya Tetwan a Bedlîsê li dijî nuqteyek jendermeyên Tirk çalakî hate lidarxistin. -
Alîkarê Hevşaredarê Bedlîsê Aribaşli hate girtin
Alîakrê Hevaşaredarê Bedlîsê Orhan Aribaşli, bi îdîaya “Endamê rêxistinê” hate girtin. -
Nûçegihanê DÎHA’yê Sebahattîn Koyûncû hate girtin
Nûçegihanê DÎHA’yê Sebahattîn Koyûncû yê ji li navçeya Cizîr a Şirnexê der ket pêşiya dadgehê, bi îdîaya “Encamê rêxistinê” hate girtin. -
Berxwedêrên Sûrê ber bi bêdawîtiyê ve hatin birêkirin
Gerîlayê HPG’ê Mervan Kaya û endama YPS-JIN’ê Çîgdem Îldan ên li dijî dorpêç û qetlîamên li navçeya Sûr a Amedê bi berxwedanê jiyana xwe ji dest dan, ber bi rêwîtiya dawî hatin verêkirin. -
Gelê Til Koçerê tecrîd û dagirkerî protesto kirin
Til Koçeriyan, dagirkeriya dewleta Tirk a li xaka Federasyona Rojava-Bakurê Sûriyeyê û tecrîda li ser Ocalan protesto kirin. -
Karasû: Armanca wan a ‘Tirkiyeya Demokratîk, Kurdistana Azad’ wê teqez pêk were
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû ji ber wefata nivîskar Vedat Turkalî ji Ajansa me re nirxandin kirin, got; “Armanca wan a ‘Tirkiyeya Demokratîk, Kurdistana Azad’ wê teqez pêk were.” -
YPG’ê nasnameya şervanekî din jî eşkere kir
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê nasnameya şervanê xwe Bahoz (Umer Mihemed) ê jiyana xwe ji dest da eşkere kir.