Berxwedêrên Sûrê ber bi bêdawîtiyê ve hatin birêkirin
Gerîlayê HPG’ê Mervan Kaya û endama YPS-JIN’ê Çîgdem Îldan ên li dijî dorpêç û qetlîamên li navçeya Sûr a Amedê bi berxwedanê jiyana xwe ji dest dan, ber bi rêwîtiya dawî hatin verêkirin.
Gerîlayê HPG’ê Mervan Kaya û endama YPS-JIN’ê Çîgdem Îldan ên li dijî dorpêç û qetlîamên li navçeya Sûr a Amedê bi berxwedanê jiyana xwe ji dest dan, ber bi rêwîtiya dawî hatin verêkirin.
Gerîlayê HPG’ê Mervan Kaya (Hayrî Dûrmûş) ku di berxwedana Sûrê de jiyana xwe ji dest da, piştî encamên DNA’yê diyar bûn bi awayekî korsanî li goristana bêkasan a Meletiyê hatibû definkirin, ji wir hate wergirtin û anîn Amedê. Cenazeyê Kaya, anîn warê wî gundê Pornag ê navçeya Çinarê. Gundiyan bi alên PKK’ê cenazeyê Kaya pêşwazî kirin, dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Sûrê”, “Ey Şehîd Xwîna Te Li Erdê Namîne” berz kirin. Piştî wecîbeyên olî, cenazeyê Kaya hate veşartin.
Di merasîmê de Hevseroka MEYA-DER’ê ya Şaxa Amedê Ayşe Dîcle axivî, got Hayrî Dûrmûş bi tîpên zêrîn navê xwe li Dîroka Kurdistanê bi cih kiriye. Dîcle ev anîn ziman; “Fikr, hêvî û xeyalên ew ciwanên ku ji bo siberoja Kurdistanê canê xwe didin pêwîst e bi cih werin.”
Piştre birayê Kaya Mehmet Şîrîn Kaya axivî, destnîşan kir ku wê li têkoşîna birayê xwe û tevahî ciwanên Kurd ên ji bo axa pîroz Kurdistanê jiyana xwe feda kirine xwedî derkeve.
CENAZEYÊ ÇÎGDEM ÎLDAN LI GORISTANA YENÎKOYÊ HATE DEFINKIRIN
Cenazeyê endama YPS-JIN’ê Çîgdem Îldan (Jiyan Şer) a li dijî dorpêça li ser navçeya Sûr a Amedê dema berxwedanê hate qetilkirin û cenazeyê wê piştî 6 mehan hate teşxîskirin, piştî encamên DNA’yê, ji goristana bêkasan a li Dîlokê hate wergirtin û ew anîn Amedê. Di merasîmê de ku li Goristana Yenîkoyê hate lidarxistin, malbat, MEYA-DER, Wekîla HDP’ê ya Amedê Nûrsel Aydogan û bi sedan welatî amade bûn. Piştî wecîbeyên olî, jinan darbest girtin ser milên xwe û anîn Goristana Yenîkoyê. Dûvre cenazeyê Îldan spartin axê.
Dayik Fazîle Îldan a alên kesk, sor û ser li ser laçika xwe girêdabû, got; “Fermandara Amed û Licê bû keça min.”
Di merasîmê de bira Nîhat Îldan jî diyar kir ku gelê Kurd soza aştiyê daye şehîdên xwe, got di vê merheleyê de çek daxivin. Îldan wiha pê de çû: “Yek kes heye ku dikare aştiyê pêk bîne. Ew jî Serok Apo ye. Lewre jî divê demildest hevdîtin pêk werin.” Îldan bal kişand ser zilma dewletê û got; “Ne gelê Kurd ne jî şehîdên me serî li ber zilma vê dewletê tewandine, wê netewînin jî.”
Piştre jî Hevserokê MEYA-DER’ê Hasan Çepe sersaxî ji malbatê re xweşt, bi bîr xist ku Îldan bi berxwedana dîrok nivîsiye. Çepe, 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê nîşan da, got di roja aştiyê de dayik zarokên xwe dispêrin axê.
Sersaxiya ji bo Îldan wê sibehê li pişt Sîteya Toptanciyan DÎSK’ê, li Mala Sersaxiyê ya Temranlar bê qebûlkirin.
Her wiha, cenazeyê Omer Kendalcî yê di berxwedana Sûrê de jiyana xwe ji dest dabû û li Goristana Yenîkoyê hatibû definkirin jî ber bi Erziromê hate birêkirin.