Gelê Til Koçerê tecrîd û dagirkerî protesto kirin

Til Koçeriyan, dagirkeriya dewleta Tirk a li xaka Federasyona Rojava-Bakurê Sûriyeyê û tecrîda li ser Ocalan protesto kirin.

Li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dagirkeriya dewleta Tirk a Cerablûsê protesto didomin.

Bi sedan şêniyên Til Koçerê ji bo protestokirina tecrîd û dagirkeriyê meşek li dar xistin.  Meş ji pêşiya Peymangeha Zanistên Perwerdehî bi pêşengiya jinan destpê kir. Meşvanên ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG/YPJ/ TEV-DEM’ê hildan, pankaratên şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dagirkirina Tirkiyê a bajarê Cerablusê vekirin û li nava kolanên bajar geriyan.

‘NEHÊLIN SÛRIYE BIBE GORISTAN’

Meşvan li navenda bajar rawestiyan. Li wir Hevserokê Meclîsa Til Koçer Newaf Xedan axivî û destwerdana dewleta Tirkiyeyê ya li ser  axa Federasyonê, şermezar kir. Xedan destnîşan kir ku pêkhateyên Sûriyeyê li ser hîmên jiyana hevbeş, xwiştî û biratiya gelan bi hev re dijîn û bang li gelê Tirkiyeyê kir ku zextê li hikûmeta Tirk bikin  ku siyaseta xwe ya li dijî gelê Kurd berde û wiha dewam kir:” Nehêlin Sûriye bibe goristanek. Em ji şer hez nakin, lê eger hate xwestin em amade ne parastina xwe bikin. Em ne terorîst in, berevajî em gelên aştîxwaz in û banga azadî û aştiyê dikin.”

JI OCALAN RE AZADÎ HATE XWESTIN

Newaf Xedan di dawiya axaftina xwe de banga azadiya Ocalan kir û berxwedana têkoşeran silav kir.

Beşdarên meşê jî helbestên xwe yên li ser Ocalan xwendin.

Meş bi dirûşmeyên şermezarkirina dagirkeriyê bi dawî bû.

...